Şengalî li dijî planên dagirkeriyê meşiyan

  • 19:05 16 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî pîlanên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ya bi dirûşmeya, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê hate lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî pîlanên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ya bi dirûşmeya, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li Şengalê hate lidarxistin.  Girseya gel, ji Iraqê xwest nebe şîrîkê dewleta Tirk a ji bo dagirkirina axa Iraqê û daxwazên ku di daxuyaniya çapemeniyê de eşkere kirin, weke nameyek jî radestê rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê hate kirin, ji bo bigihînin hikûmeta Sûdanî.
 
Dewleta Tirk û PDK ku li beramber berxwedana têkoşerên azadiyê ya dijî dagirkeriyê xetimîne û nikarin armancên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê pêkbînin, bi trafîkeke nû ya dîplomatîk a ji bo gurkirina şer hewl didin Iraqê jî bikin hevpar şerê qirkirinê. Herî dawî 14’ê Adarê li Bexdayê civîneke li ser pêşxistina şer hate lidarxistin. Li gorî encamên ku di medyaya Iraqê de derketiye, şereke nû ya qirkirinê dixwazin li Başûrê Kurdistanê pêşbixin. Yek ji qada ku herî zêde dibe mijara bazariyê jî Şengal e.
 
Ji dema Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şengalê kiriye heya niha jî liv û tevgera balafirên Tirk yên li ser Şengalê û êrîşên wan jî zêde bûye. Di nava hefteyekî de du pêşengên din ên Êzidî şehîdbbûn. Li hember van pîlanên nû yên dagirkeriyê û êrişên muhtemel ku dixwazin Iraqê jî bikişînin nava van planên dewleta Tirk û PDK’ê, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda Şengalê meşeke girseyî hate lidarxistin.
 
Meşa bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, îro saet 14.00’ê nîvro li navenda Şengalê li ber Mekteba Sor destpê kir, heya ber avahiya Navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir.
 
Hemû sazî û rêxistinên Şengalê û pêkhateya Erebên Şengalê jî tevlî meşa protestokirina dagirkeriya Tirk û PDK’ê û bêdengiya Iraqê bûn.
 
Di meşê de dirûşmên wekî, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin gotin.
 
Girseya gel a li ber navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê kombû, daxuyaniya çapemeniyê dan û ji vir bangên girîng li hikûmeta federal a Iraqê kirin. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate xwendin.