Nobetên Edaletê bi daxwaza 'azadiyê' dewam kirin

  • 19:01 16 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan dest pê kirin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam kir.
 
Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dest pê kirin, li Amed, Êlih, Mêrdîn, Mêrsin û Îzmirê dewam kirin.
 
Amed
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd dest pê kir di roja 111'an de dewam kir. Gelek kes çûn serdana nobeta ku bi pêşengiya TUAY- DER'ê dest pê kir û niha li avahiya DBP'ê ya Rezanê dewam dike.
 
Nobet bi gotina stranan bi dawî bû.
 
Îzmir
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya EGE-TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) dest pê kirê di roja 41'ê de dewam kir. Gelek kes tevli nobeta li avahiya DEM Partiyê ya Bucayê dewam dike bûn. Di çalakiyê dirûşmên “Jin jiyan azadi” û “Biji berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
 
Li vir xizma girtiyên nexweş Abide Bayram got zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û ew aştiyê dixwazin.
 
Piştre hevseroka DEM Partiyê ya Bucayê Nurşen Ataman got ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin.
 
Nobet bi berzkirina dirûşman qediya.
 
Mersin
 
Nobeta Edaletê ya li Mersînê di roja 103'yan de li avahiya Çukurova TUAY-DER'ê dewam kir. Dayikên Aştiyê tevli çalakiyê bûn û dirûşmên  “jin jiyan azadî”, “bijî berxwedana zindana” di çalakiyê de hatin berzkirin.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê li avahiya DBP'ê dewam kir. Vê carê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji Artukluyê hatin nobet dewr girtin.
 
Di nobetê de çalakvanan bal kişandin ser Komkujiya Helebceyê û gotin wê Helebce neyê jibîrkirin.
 
Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim jî li vir bal kişand ser salvegera Komkujiya Helebceyê û got birÎna Helebceyê giran e. Her wiha bal kişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan.
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Nobeta Edaletê li avahiya DBP'ê di roja 45'an de dewam kir.
 
Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin û hat gotin divê ji bo têkoşînê yekîtî pêk were.
 
Nobetê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û gotina stranan bi dawî bû.