Li Colemêrgê banga tevlibûna Newrozê hat kirin

  • 18:21 16 Adar 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Rêxistina DEM Parti ya Colemêrgê ji bo Newrozê belavok belav kir û welatiyan li vir dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Newroza wê saet di 13.00'ê de li qada otogarê ya Tekserê ya Colemêrgê bê lidarxistin belavok belav kir û gel vexwend Newrozê. Li 14 kuçe û navenda sûkê belavok hatin belavkirin. Welatiyan bi coş û govendê ew pêşwazî kirin. Welatiyan bi stranên Newrozê govend gerandin û dirûşmên "Newroz pîroz be","Bijî Newroz", "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Girse piştî derbasî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû.