Li Sêrtê gel vexwendin Newrozê

  • 18:16 16 Adar 2024
  • Rojane
SÊRT - Namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş û rêxistina DEM Partiyê ji bo Newrozê belavok belav kirin û gelê Sêrtê vexwandin Newrozê.
 
Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sofya Alagaş û şandeya ku ji rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk hatî, li taxên GAP (Ûlûs), Înonu, Sakarya û Karakolê belavok belav kirin û gel vexwandin Newrozê. Şandeyê mal bi mal, kolan bi kolan gel agahdar kir û ew vexwandin Newrozê ku dê di 20’ê adarê de li Qada Newrozê ya li Taxa Doganê bê pîrozkirin.
 
Li taxan gel, Sofya û şandeya pê re bi dilgermî pêşwazî kirin û dan zanîn ku ew ê bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li Newrozê bibin.
 
Namzet û rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê wê heta 20’ê mehê tax bi tax, kolan bi kolan gel vexwînin Newrozê.