Komkujiya Helepçe şermezar kirin: Ji dîrokê ders bigirin

  • 16:02 16 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AGIRÎ - Rêxistina DEM Partî ya Agiriyê, bi minasebeta Komkujiya Helepçe daxuyaniya ku da de, bang li desthilatdariyê kir ku ji dîrokê ders bigirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi minasebeta salvegera Komkûjiya Helepçe li ber buroya hilbijartinê ya li Kolana Cumhuriyetê daxuyanî da. Namzetên hevşaredar Hazal Aras û Mehmet Akkûş, Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Heval Bozdag, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Dayê ez bêhna sêvan digirim, lê tu?” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Ûmût Dogruel ve hat xwendin.
 
‘Ji dîrokê ders bigirin’
 
Mehmet, bi bîr xist ku bi ser Komkujiya Helepçe de 36 sal derbas bûye û wiha got: “Ji aliyê hemû cîhanê ve hat dîtin ku têkoşîna azadî û wekheviyê bi çekên kîmyewî nayê tunekirin. Ev têkoşîn îro piştî 30 salan bi hêztir berdewam dike. Di salvegera 36’emîn de em careke din Komkujiya Helebçeyê ya li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em îro bang li kesên ku hewl didin bi şer, dagirkeriyê hêza xwe diparêzin, ji dîrokê ders bigirin.”