Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin

  • 16:17 15 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
AMED - Bi tevlibûna Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu û Namzeta Hevşaredariya Pasûrê Besile Narin li taxan xebat hatin lidarxistin. 
 
Xebatên hilbijartinê bê navber dewam dikin. Bi tevlibûna Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu û Namzeta Hevşaredariya Pasûrê Besile Narin li taxan xebat hatin lidarxistin. Serdana şînê hat kirin. Piştî serdana şînê li gundê Niribi li malan geriyan belavok hatin belavkirin. Di serdanan de ji bo çareseriya pirsgirêkan hat xwestin gel dengê xwe bide DEM Partiyê.