RJAK: Hê jî birînên Helebceyê nehatine dermankirin

  • 15:53 15 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK’ê bi daxuyaniyekê kîmyabarana Helebceyê bibîranî û got: “Hê jî birînên karesateya Helepce nehatine dermankirin, li aliyê din gelê me her tim tê wêrankirin û bi jenosîdê re rû bi rû ye.”
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera 36’an ya Kîmyabarana Helebceyê ya sala 1988’an daxuyaniyek nivîskî da.
 
Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:
 
“Rejîma Bees’ê di 16’ê Adarê de bi çekên kîmyayî êrişî bajarê Helebce kiribû û di encamê de zêdetirî 5 hezar kes di malên xwe de hatibûn kuştin. Tenê sucê wan kesan ew bû ku Kurd bûn. Heta niha jî gelek zarokên Helebce winda ne û gelek zarok li welatên din bê malbat hatine mezinkirin. Ev jî tê wê wateyê ku ev rewşa trajîk berdewam e û êşa xelkê Helebce nehatiye dermankirin.
 
Divê ji ber karesat û qirkirinên ku bi serê gelê me hatine, sîstema rêveberiyê ya cîhanê divê ji aliyê mirovên azadîxwaz ve were nirxandin, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de mirov bi karesat û qirkirinê re rû bi rû mane, jîngeh bi xwe qirêj kirine, şewitandin û wêran kirine. Bi vê yekê jî neteweyan bi taybetî jî gelê Kurd kirine qurbana siyaseta xwe.
 
Niha jî şoreşgerên Kurd li çiyayên Kurdistanê li ber çavê cîhanê rastî êrişa kîmyewî tên, lê mirovahiyê çavên xwe girtine û li hember vê sûcê bêdeng mane. Pergala cîhanî ya ku wek parazît li ser laş û xwîna mirovan dijî, tenê bi kuştinê tê birêvebirin. Divê bê darizandin, dawî li vê zihniyetê bê û êdî xwîna mirovan weke sotemenî ji bo dirêjkirina jiyana xwe bikar neyne.
 
Em bang li hemû aliyên siyasî û jinan dikin ku ji bo parastina vê ax û welatê xwe destê çareserî, yekîtî û hevgirtinê dirêjî hev bikin û di vê qonaxê de bibin alîgirên gelê xwe. Werin em li dijî hemû dagirkerî, êriş û qirkirina li ser gelê me tên kirin, bisekinin.”