Hedefa DEM Partiyê ya hilbijêrên bi tevger 100 hezar e

  • 09:13 15 Adar 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Endama PM a DEM Partiyê parêzer Pîrozhan Karalî der barê qeydkirina hilbijêran a bêusul û projeya hilbijêrên bi tevger de axivî û got: “Li navend û navçeyên ferqa navberê kêm e hilbijêr hatine hatine qeydkirin. Di mijara hilbijêrên bi tevger de hedefa me 100 hezar e. Em ê li dijî her hilbijêrên bê maf dengê hilbijêrê rast pêk bînin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma. Desthilatdarî li Kurdistanê ji bo îradeya gel xesp bike serî li lîstikên cuda dide. Yek ji vê jî qeydkirina hilbijêran a bê usul a li bajarên kurdan e. Li gorî tespîta DEM Partiyê li 33 herêmê bi giştî 54 hezar û 60 leşker, polîs û sivîl hatine veguhestin. Ji îtîrazên DEM Partiyê kirine tenê ya der barê 222 hilbijêrî de hat qebûlkirin. Endama PM a DEM Partiyê parêzer Pîrozhan Karalî der barê mijarê de axivî.
 
‘Armanca wan ev e ku tabloya ‘gel dengê xwe didin’ biafirînin’
 
Pîrozhanê da zanîn ku yek ji amadekariyên hilbijartinê ya AKP’ê veguhestina hilbijêrên sexte ne û ev pêkanîn bi taybet li bajarên Kurdistanê pêk tên. Pîrozhanê wiha vegot: “Kesên ne ji herêmê anîne li vir wek hilbijêr nîşan dane. Li hinek malbatan bi sedan kes hatine qeydkirin. Dixwazin navbera dengan wisa bigirin 8 sal in li herêmê qeyûm hene. Dixwazin bi vê tabloya ‘dengan didin me’ biafirînin.”
 
‘Îtîraz nehatin qebûlkirin’
 
Pîrozhanê bi lêv kir ku tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye û wiha dirêjî dayê: “Ji bo hilbijartinên van lîstikan dilîzin. Ev ne rewşeke exlaqî ye. Tu ferqa vê ji zîhniyeta qeyûm tune ye. Kesên ku me dengê xwe danê niha girtîne. Lê qeyûm xebatên bajar dikin. Lîsteya hilbijêran li keyatiyê tê daliqandin, hilbijêr piştî diçin tespîta xwe dikin îtîraz dikin. Îtîraz li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind tê kirin. Divê lijne vê li ber çavan bigire û kesên tespît dike ji lîsteyê derxe. Lê ev nehat qebûlkirin û hiqûq pêk nehat.”
 
Pîrozhanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li Pasûr, Sûr, Rezan, Peyas a Amedê bi awayekî cidî qeydkirina hilbijêran heye û got armanca wan ev e ku hilbijêrên Kurd ji sindoqan dûr bixin.
 
‘Hedef 100 hezar e’ 
 
Pîrozhanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek DEM Partî wê li dijî hilbijêrên kaçax , dengê hilbijêrên rast pêk bînin û ji bo vê jî wê projeya hilbijêrên bi tevger bikin jiyanê. Pîrozhanê wiha dawî lê anî: “Li navend û navçeyên ferqa navberê kêm e hilbijêr hatine qeydkirin. Di mijara hilbijêrên bi tevger de hedefa me 100 hezar e. Em ê li dijî her hilbijêrên bê maf dengê hilbijêrê rast pêk bînin.Werin em bi hev re dengê xwe bi kar bînin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”