Wê bi rihê jinên Kurd Newrozê pêşwazî bikin!

  • 09:02 15 Adar 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
BEDLÎS - Berîvan Canbey da zanîn ku bi coş û hêza ji 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê girtin berbi 21’ê Adarê ve diçin û wiha got: “Em ê bi rihê jinên Kurdistanî bimeşin Newrozê.”
 
Newroz bi sedsalane li her derê cîhanê ji aliyê gelan ve wek cejnekê tê pêşwazîkirin û gelê Kurd jî bi salane li gelek deverên cîhanê wek ‘Hatina biharê’ û roja berxwedanê di 21’ê Adarê de bi coşek mezin pîroz dike. Di serî de jinên Kurd, gelê Kurd bi rojan berê amadekariya Newrozê dikin. Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroza 2024’an bi dirûşma "Rabe Dema azadî û serkeftinê ye" wê bê pîrozkirin. Jin bi deng û rengê xwe ji bo qadên Newrozê xwe amade dikin.
 
Berîvan Canbey peyamên di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de derketne pêş nirxand û da zanîn ku ber bi Newrozê ve coşek mezin tê jiyîn.
  
‘Sedsala 21’ê sedsala jinê ye’
 
Namzeta endama Meclîsa Giştî ya DEM Partiyê ya Bedlîsê Berîvan Canbey daxuyakirin ku wek her sal îsal jî 8’ê Adarê bi coşek mezin hatiye pîrozkirin û jinan hêza xwe carek din daniye holê. Berîvanê wiha dirêjî daye: “Me hêza xew carek din dît. Em dizanin ku sedsala 21’ê sedsala jinê ye.  Bi vê hişmendiyê em diçin 21’ê Adarê.”
 
‘Em bi coşek mezin Newroza 2024’an dipên’
 
Berîvanê coşa jinan a 8’ê Adarê anî ziman û wiha domand: “Me dît ku hêza me derketiye holê. Em bi coşek mezin niha Newrozê dipên. Divê ev roj ne rojeke ji rêzê be.  Em di hişmendiya vê de dimeşin. Em ê bi coşek mezin Newroza 2024’an dipên. Em ê bi rihê şoreşgerên mezin biçin Nerozê. Divê hemû hevalên me yên jin bizanibin ku em ê Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin. Divê hevalên me yên mêr jî bizanibin. Em ê bi rihê jinê ya ku êşê hîs dike bimeşin.Em ê bi şoreşgeriya jinan bimeşin 21’ê Adarê.”
 
‘Em ê bi coş pîroz bikin’
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi hatina biharê re hemû xweşikahiyên Kurdistanê di carekê de dertên holê û wiha dawî lê anî: “Hîskirina xweşikahiyên welatê me tiştekî pir xweşe. Wek her sal em ê îsal jî bi coş û kelecan mizginiya biharê Newrozê pîroz bikin. Dem dema me ye. Ez hemû hevalên xwe yên jin silav dikim. Em ê bi xweşikahî di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin.”