Jinan li Îdirê agirê Newrozê pêxistin

  • 22:15 14 Adar 2024
  • Rojane
ÎDIR - Jinan li Îdirê bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ agirê Newrozê pêxistin.
 
Endamên  Tevgera Jinen Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îdirê li taxa Ozgur agirê Newrozê yê ewil pêxistin. Jin û zarokan eleqeyek mezin nîşanê şahiyê dan. Endamên TJA û jinên taxê bi meşaleyan hatin qadên.
 
Jinan bê navber bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Nametên hevşardariya Îdirê Nejla Kum, Mehmet Nurî Guneş, parlamenter Yilmaz Hun jî tevli şahiyê bûn.