Li Dêrazorê 3 jin hatin qetilkirin

  • 19:15 14 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Dêrazorê di dema komkirina kuvarkan de 3 jin bi guleyên nenasan hatin qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.
 
Li Bakur û Rojhilatê ya Sûriyeyê li Başûrê Dêrazorê, di dema komkirina kuvarkan de kesên nenas gule barandin, di encamê de 3 jin hatin qetilkirin û çend kesên din birîndar bûn.
 
NUJINHA’yê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihana xwe li Dêrazorê diyar kir ku her sê jinên hatin qetilkirin ji taxa Teb El Core li beyarê Dêrazorê ne û hîna cenazeyên wan li beyarê El Beşerî yê li başûrê rojavayê bajêr in.