Di Nobeta Edaletê de banga Newrozê: Her gava me Ocalan e

  • 14:41 14 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Di roja 101'ê ya Nobeta Edaletê de Muşeher Ulker da zanîn tevlîbûna Cejna Newrozê girîng e û wiha got:"Her gava me wê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be."
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir di roja 101'ê de dewam dike. Bi çarçoveya hemam kampanyayê bi pêşengiya TUAY-DER'ê li Amedê nobet hat destpêkirin û niha li avahiya DBP'ê didome. 
 
Ji çalakvanên nobetê Muşeher Ulker li vir bal kişand ser Cejna Newrozê û got:"Her gava me wê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be. Em xelkê xwe yê aştiyeke bi rûmet dixwazin vedixwînin Cejna Newrozê. "
 
Nobetê bi dirûşmên "Heq hiqûq edalet,"Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.