Nûnerên Rêveberiya Xweser li Swîsreyê hevdîtin pêk anîn

  • 12:44 14 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenter û senatorên Swîsreyê êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û xwest civata navneteweyî li hember êrişan erkên xwe bi cih bîne.
 
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen, bi senatorê ji Partiya Sosyalîst Lawrence Felman Riel, parlamenterê Partiya Sosyalîst Fabian Molina û parlamentera Partiya Keskan Claudia Friedel re civiyan.
 
Di hevdîtina li paytexa Swîsreyê Bern de, Ebdulkerîm Omer ezmûna Rêveberiya Xweser şîrove kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyek e ku avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî armanc dike û got: "Projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke parçebûnê ye, mîna ku hinek kes îdia dikin. Lê modelek e ku dikare li gelemperiya welat pêk were."
 
Ebdulkerîm bal kişand ser astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî li pêşiya Rêveberiya Xweser û ev şîrove kir: "Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê xeternak in. Dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine û li herêmên dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin û diziyê pêk tîne. Di heman demê de ji bo koçberkirina niştecihên van herêman û ji bo guhertina demgorafiyê siyasetên qirêjî dimeşîne.”
 
Ebdulkerîm xwest hesab ji dewleta Tirk were pirsîn û bang li hikumeta Swîsreyê û hikumetên din ên cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.
 
Parlamenter û senatorên swîsreyî jî êrişên dewleta Tirk ên li ser binesazî û çavkaniyên debara welatiyan şermezar kirin û xwest civata navneteweyî li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bîne.