Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber

  • 12:41 14 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Demokratîk a Gelan piştî qebûlkirina îstîfaya Bêrîvan Xalid, Evîn Siwêd wek hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijart.
 
Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya asayî li bajarê Reqayê li dar dixe. Di civînê de pêşniyara îstîfayê ya Bêrîvan Xalid hat qebûlkirin û bi ji bo hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengdayîn çêbû. Di encamê de bi erêkirina piraniya endaman Evîn Siwêd li şûna wê hat hilbijartin.
 
Civîna Meclisa Demokratîk a Gelan dewam dike. Li gorî rojevên civînê dê endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî werin hilbijartin, her wiha dê endamên nû yên Meclisa Demokratîk a Gelan û ji bo nûkirina Desteya Malbatên Şehîdan dê dengdayîn çêbe.