Li Gazîosmanpaşayê agirê Newrozê hat vêxistin

  • 11:43 14 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Newroza îsal dê li 57 navendan û li sedan cihan bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Taxa Karadenîz a navçeya Gazîosmanpaşayê hat vêxistin. 
 
Xelkê Taxa Karadenîzê ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hate gel hev û agirê Newrozê vêxist. Di pîrozbahiyê de welatiyan li çepikan xistin, tililî avêtin û govend gerandin. Di govendê de gelek caran dirûşma “Newroz pîroz be” hate berzkirin.