'Me li ser şopa Gulê Selmo têkoşîna xwe mezintir kir'

  • 09:17 14 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinan di merasîma bibîranîna ji bo pakrewan Gulê Selmo de diyar kirin ku ew soza dewamkirina têkoşîna li ser xeta Gulê didin û wiha gotin:"Gulê Selmo bi hêz, xwedî vîn û xwedî îradeya xurt bû. Ji bo civaka xwe kar û xebata xwe dida domandin. Em jî li ser şopa wê têkoşîna xwe mezintir dikin. Her wiha me vîn û îradeya xwe ji lehengên mîna pakrewan Gulê girtiye. Em soza dewamkirina xeta ku pakrewan Gulê daye destpêkirin, didin."  
 
Gulê Selmo sala 1961'ê de li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya kantona Efrîna dagirkirî ji dayik bûye. Di dawiya salên 1980'î de jî tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Di 1996'an de wê di komîteya organîzekirina çalakî û şahiyên niştîmanî û komkirina alîkariyên madî û lojîstî de kar kir. Di 15'ê Kanûna 2005'an de jî ew bû çalakvana Yekitiya Star a wê demê ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Gulê Selmo di 10’ê Adara 2012’an de dema ku li ser erka xwe bû ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve hate hedefgirtin. Gulê sê rojan di nexweşxaneyê de li ber xwe da, paşê di 13’ê Adara sala 2012’an jiyana xwe ji dest da.
 
'Her sal ji bo bîranîna Gulê merasîm tê lidarxistin'
 
Rêhevala pakrewan Gulê Selmo, Endama Hêza Parastina Cewherî ya Jin Fatime Xelîl Bosiklî da zanîn ew her sal ji go pakrewan Gulê merasîmê li dar dixin û wiha got:" Îro 12 sal di ser şehadeta pakrewan Gulê re derbas dibe. Di salvegera bîranîna şehadeta wê de em her sal merasîma leşkerî li dar dixin. Her sal Hêza Parastina Cewherî ya Jin bi vê yekê re radibe. "
 
'Taxa Şêx Meqsûdê bû keleha berxwedanê'
 
Fatmeyê bal kişand ser berxwedana gel a di Taxa Şêx Meqsûdê de û wiha got:" Pakrewan Gulê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hat hedefgirtin.  Xwestin bi riya wê tevliheviyek di taxê de çêbikin. Şer jî di taxê de hat destpêkirin lê bi berxwedana gel û jinan a li ser şopa pakrewan Gulê, Taxa Şêxmeqsûd bû keleha berxwedanê."
 
'Pakrewan Gulê hevalek pir durist bû' 
 
Li ser jiyana Gulê, Fatmeyê wiha got:"Pakrewan Gulê rêhevala min a di nava xeta Cebehwîda de bû. Me bi hev re kar û têkoşîn dikir. Pakrewan Gulê hevalek pir durist bû, xwedî li gelê xwe derdiket û ji ber ku zarokên wê tune bûn her digot ku zarokên vê taxê hemî zarokên min in. Em soza dewamkirina li ser xeta wê dikin. " 
 
'Me li ser şopa Gulê Selmo têkoşîna xwe mezintir kir' 
 
Neîle Erselan Nasro ya yek ji endama Tabûra Pakrewan Gulê ye da zanîn ku ew bi saya têkoşîna lehengên wekî Gulê berxwedana xwe didomînin û got:"Gulê Selmo bi hêz, xwedî vîn û xwedî îradeya xurt bû. Ji bo civaka xwe kar û xebata xwe dida domandin. Em jî li ser şopa wê têkoşîna xwe mezintir dikin. Her wiha me vîn û îradeya xwe ji lehengên mîna pakrewan Gulê girtiye. Em soza dewamkirina xeta ku pakrewan Gulê daye destpêkirin, didin."