Sê sal sê Newroz û ruhê hevpar!

  • 09:07 14 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyamên Newrozê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku riya çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka li Rojhilata Navîn vekir, ji ber balê dikşîne ser rola gelan a di çareseriyê de rojevîbûna xwe diparêze. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployek navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an anînTirkiyeyê ji wê rojê de di bin tecrîdê de tê girtin û ev sê sale jî tu agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan gelê Kurd çalakiyên xwe diomîne û dostên Kurdan jî di 10’ê cotmeha 2023’an de li 74 navendên cîhanê kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin.
 
Asta duyemîn a kampanyayê di meha Adarê de dest pê kir û wê daxwaza çarserî û azadiyê hîn berfireh derbas bibe. Di arefeya Newrozê de starta asta duyemîn hat dayîn. Abdullah Ocalan di peyamên Newroza 2013-2014 û 2015’an de çarçoveya çarserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn datîne holê. 
 
Ber bi Newroza 2024’an me peyamên di sê Newrozan de hatine dayîn rojevîbûna xwe diparêzin girtin dest.Gelo çi bûn û peyamên di 2013-2014 û 2015’an de hatine dayîn çi ne?
 
Banga ji bo mîlyonan nameye yekemîn 2013…
 
Di 3’ê Çileyê 2013’an de siyasetmedarên Kurd Ayla Akat Ata û Ahmet Turk çûn Îmraliyê û pêvajoyek nû dest pê kir. Ji bo çareseriya pirsgsirêka Kurd hewldanên Abdullah ocalan çêbûn. Piştî hevdîtina ewil Newroz pêk hat û nameya Abdullah Ocalan şand wek manîfestoyekê bû. Abdullah Ocalan ev pêvajo wek pêvajoyek nû nirxand û got têkoşîn gihiştiye astek nû.
 
‘Şerê me li dijî bindestî neheqî û zextane’
 
Abdullah Ocalan di nameya xwe de gotin û tespîtên xwe yên ji bo dema nû wiha vegotin: “Bi sedhezaran bi mîlyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê dişewite û qad tije kirine êdî aştiyê, wekheviyê û çarseriyê dixwazin. Li dijî bêçaretiya em tê de hatine dinê, nezanebûn û koletiyê têkoşîna min ya şexsî dest pê kir û vê têkoşînê li dijî her cureyê ferzkirinê, avakirina rihekî feraset û hişmendiyek armanc dikir. Ez dibînim ku ev qêrîn gihiştiye heta nokteyekê. Şerê me li dijî tu nîjad, mezheb û komekê nîne, nabe jî. Şerê me li dijî her cureyê zext û binpêkirinê ye. Îro êdî em ji bo Tirkiyeyek nû ji bo Rojhilatek nû û pêşerojek nû hişyar dibin. Ciwan û jinan, gûh dan banga min; îro demek nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî deriyê pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.  Pêvajoyeke ku di warê siyasî, civakî û aborî de bi bandortir dest pê dike. Feraseteke ku wekhevî, maf û azadiyan esas digire dest pê dike.”
 
Peyama dîrokî ya 2014’an 
 
Abdullah Ocalan di namzeya xwe ya Newroza 2014’an de wiha bang li gelê Tirkiyeyê kir. 
 
Bi darbeyan an bi demokrasiyê berdewamî…
 
Abdullah Ocalan bang li gelê Tirkiyeyê kir û got çareserî bi gel pêkane û wiha vegot: “Dîrokê nîşanê me daye ku rêbertiyeke aştiyê ya bi biryardar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên tev bi xwîn û elem û mirin bidin me. Pirsa herî şewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e.
 
 Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawin û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwarttir dibe nîşanî me dide. Ya ew ê rejîma komplokar û darbekar ya ku pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van  salên dawîn ên 200'î, ji nû vde xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.
 
A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî neytên hev  ên  qenc û rastîn û têrker girtin dest. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikumetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî xwe nîşan nadin. Ji ber vê ji bonî aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Cihê ku em hatinê, ji bo sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî ferz e.
 
Newroza 2015’an, Mutabakata Dolmabahçeyê
 
Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo Newroza 2015’an nivîsî û li Amedê ji mîlyonan re hat xwendin de şerê ku modernîteya kapîtalîst li gelan ferz kiriye wiha destnîşan dike: “Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berovajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.”
 
Abdullah Ocalan di nameya xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoyeke nû ya têkiliyên Kurd-Tirk û di vê esasê de gava çareseriyê, deklerasyona ku piştre li Dolmabahçeyê hat aşkerakirin girîngiya wê anî ziman.
 
‘Zordarî bi dîmena DAIŞ’ê derketiye holê’
 
Abdullah Ocalan di namzeya xwe de balê dikşîne ser van nokteyan: “Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi dîmenê DAIŞ'ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzîdî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqiniyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn. Roj ew roje ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewedewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratik, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewedewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewedewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”