ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 14 Adar 2024
  • Rojev
 
* Peyamên Newrozê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku riya çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka li Rojhilata Navîn vekir, ji ber balê dikşîne ser rola gelan a di çareseriyê de rojevîbûna xwe diparêze. 
 
* Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman beriya hilbijartinên 31’ê Adarê banga ‘werin em bi hev re qeyûman ji bajarê xwe bişînin’ li gelê Qersê kir. DÎMEN HEYE
 
* Namzeta DEM Partiyê ya Bismilê Mizgîn Ekîn da zanîn ku xebatên xwe bi coş didomînin û der barê xebatên li navçeyan didomin de ji ajansa me re axivî. DÎMEN HEYE
 
* Li Nisêbînê di ser ‘Newroza bi xwîn’ re 32 sal derbas bûn lê tevî vê şahidên komkujiyê agirê berxwedanê îsal ji bo şikandina tecrîdê pêxistin. Peyama "Ez li vir im, naçim" jî bi yek dengî tê qîrin. (DOSYA) DÎMEN HEYE
 
* Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Mîdyadê Huda Erdem Aslan da zanîn ku wê feraseteke xizmetê ya ji hemû  baweriyan  bimeşînin û got: “Ya bibe desthilatdar ne partiya me wê gel be. Di vî alî de gel ne me, daxwaz û baweriya xwe diyar dikin.” DÎMEN HEYE
 
* Dayikên Aştiyê yên li dijî tecrîdê tevli Nobeta Edeletê bûn wiha gotin: “Heta deriyên Îmraliyê venekin em ê dest ji nobetê bernedin.” BI DÎMEN 
 
*Endama GM’ê ya HDK'ê Medya Aydemîr ji bo Newroza Stenbolê ya ku wê li Yenî Kapi pêk bê bang kir û got: “Newroza îsal wê bibe sedema şikandina tecrîd û azadiya jinan. Em wek gelê Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Ermenî û hemû gelên Tirkiyeyê agirê Newrozê gur bikin û bi hev re tecrîdê bişkînin.” DÎMEN HEYE