Li Qada Şîrînevlerê belavokên Newrozê hatin belavkirin

  • 19:29 13 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL- Li Qada Şîrînevlerê belavok hatin belavkirin û ji bo Newroza ku wê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapi pêk bê banga tevlibûnê hat kirin. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu wiha got: “Em ê tecrîdê bişkînin, dengê hevalên xwe yên zindanê bilind bikin û li qadên Newrozê govenda serkeftinê bigerînin.”
 
Ji bo Newroza Stenbolê ya ji ailyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye’ organize kiriye û 17’ê Adarê roja yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Mîtînga Yenîkapi pêk tê, xebat didomin.
 
Li Şîrînevlerê belavok hatin belavkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (MATUHAYDER) Dîlek Demîr Sonmzer û gelek kes tevli bûn.
 
Parlamentera  DEM Partiyê Çîçek Otlu banga tevlibûna Newrozê kir û wiha dirêjî dayê: “Em ê tecrîdê bişkînin, dengê hevalên xwe yên zindanê bilind bikin û li qadên Newrozê govenda serkeftinê bigerînin. Em 17’ê Adarê roja yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Mîtînga Yenîkapi tên gel hev.