Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê nobedê didomîne

  • 16:54 13 Adar 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê pêk anî. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê demek piştre nobet veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Li ser sozên wezaretê jî malbatê navber dabû nobeta xwe. Lê piştî ku ev soz nehatin bicihanîn, malbatê biryar da ku dîsa dest bi nobetê kir. 
 
Nobet di roja 52’yê de li Wezareda Dadê berdewam kir.