Li Çanakkaleyê sê namzetên hevşardariyê yên DEM Partiyê …

  • 09:05 13 Adar 2024
  • Rojane
Marta Somek
 
ÇANAKKALE - Li Çanakkaleyê sê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê hene. Namzetên hevşardariyê bi îdiaya bajarekî ekolojîk û azadixwaz a jinê biafirînin xebatan dimeşînin. Namzetan wiha got: “Kepez, Bîga û Çanakkaleyek azad pêkan e. Wê DEM bê dewran bigere. DEM Partiyê tercîh bikin em bi hev re bi rê ve bibin. DEM Partî ya me ye. DEM dema jiyanê ye.
 
Xebatên Partiya Wekhevî û Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê didomin. Li Çanakkaleyê sê namzetên hevşaredariyê yê jin ên DEM Partiyê hene. Namzet tax bi tax gund bi gund xebatên xwe dimeşînin û ji ailyê gel ve eleqeyek mezin dibînin.
 
Her sê namzetên DEM Partiyê yên Çanakkaleyê ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Bi bebeka xwe re di xebatên hilbijartinê de ye
 
Namzeta hevşaredariya Çanakkaleyê Canan Aytaç ji Milazgîr a Mûşê ye 37 salî ye. 33 sal berê malbata wê koçî Bîga kiriye. 4 zarokên wê hene û li Bîgayê dijîn. Di meclîsa jinan a DEM Partiyê de dixebite. Bi pitika xwe re xebatên hilbijartinê dimeşîne.
 
Pêşdaraz şikandin
 
Cananê da zanîn ku Çanakkale û navçeyên wê ji propagandayên deshtilatdariyê bandor dibe û got li hember partiya wan pêşdaraz hene. Cananê wiha got: “Me her ku vegot pêşdaraz şikiyan. Niha erênî mêze dikin. Em bi îdiayên mezin derketin rê. Tevî êrîş û tehdîdan em ji gelê xwe re vedibêjin. Em ê bi feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî ya demokratîk, nêrîna azadixwaziya jinê xurt bikin.”
 
Jin wê Çanakkaleyek azad biafirînin
 
Cananê bal kişand ser koperatîfên jinan û wiha dirêjî dayê: “Em sê namzetên jin xebatan dimeşînin. Em ê li Çanakkaleyê bi hemû rêxistinên jinan re, bi saziyên civaka sivîl re, meclîsên şaredarî û taxan re lijneyên jinan ava bikin û çareseriyan biafirînin û piştevaniyê pêk bînin. Em ê bi zimanê dayikê perwerde, plansaziya bajar, navendên koordîasyona karasetê, koperatîfên jinan ava bikin.”
 
‘Rabe DEM Partî hat’
 
Cananê wiha dawî lê anî: “Em ê polîtîkayên çapemenî, weşan, çand, tenduristî, veguhestin, ekolojîk, perwerdehî û estetîkê re polîtîkayên civakî di esasa jinê de bimeşînin û ferastea civakî ava bikin û xurt bikin. Konseyên bajar, meclîsên jinan a şaredariyê û ciwanan heye lê têr nakin. Em dixwazin bi civînên gel xwe bigihînin gelek kesî. Em talibên dengê gelê xwe ne. DEM Partiyê tercih bikin. Dem dema me ye. Dem Dema jiyanê ye, Dem dema azadiyê ye. Rabin Dem hat. Em bang li gelê Çanakkaleyê dikin ku li dora DEM Partiyê bên gel hev.”
 
Bi îdiaya Kepezek ekolojîk derket rê
 
Namzeta hevşaredariya Kepezê Burcu Ozaydin li Edîrneyê hatiye dinê û 42 salî ye.  Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xwendiye. Burcu di xebatên jinan de cih girtiye, endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem e. Her wiha têkoşîna ekolojîk jî dimeşîne. Burcu ku li Çanakkaleyê parêzeriyê dike wiha dibêje: “Li Çanakkaleyê pirsgirêkên jinê û ekolojiyê hene. Li Çanakkaleyê tevgera jinê xurt e lê ji ber serdestiya mêr, îstîsmar, destdirêjî, tundî û qetilkirina jinan didome. Em bi îdiaya ku bajarekî azad ê jinê biafirînin derketin rê.”
 
‘Wê navendên têkoşîna li dijî tundiyê ava bikin’
 
Burcuyê got gelek projeyên wan hene û wiha domand: “Em ê li taxan malên jiyanê yên jinan, meclîsên jinan ava bikin. Li gorî hewcedariyan em ê qadên cemawerî ava bikin. Em ê koperatîfên jinan û navendên îstîhdama jinê ava bikin. Em ê xeta tundiyê û navendên têkoşîna li dijî tundiyê ava bikin. Yek ji pirsgirêka din a Çanakkale û Kepezê projeyên hilweşîna ekolojiyê ne. Pirsgirêkên cidî hene. Li dijî vê em ê di têkoşînê de bin. Hedefa me ev e ku polîtîkayek avê ya ku ekosîstemê qirêj nake bê avakirin. Li Kepezê pirsgirêka avê gelek girîng e. Bi salan e pirsgirêk nehat çareserkirin. Ji kaniyan ava bi ax diherike. Em ê li dijî vê polîtîkayên ku ekosîstemê qirêj nake biafirînin.”
 
Burcuyê di berdewamiyê de da zanîn ku ew gelek bi îdia ne û wê polîtîkaya ku ekosîstemê diparêze jiyana hemû zindiyan diparêze pêk bînin û her wiha wê bi bîstanên bajar gel xurekê xwe bi xwe hilberînin.
 
Ji bo cotkaran zibilê bê pere
 
Burcuyê he wiha balkişand ser yek ji projeyên din a tesîsata kompostê û wiha dirêjî dayê: “Em ê di tesîsa komposta xwe de bermahiyên organîk bikin zibil û zibil bê pere bidin cotkaran. Ez bang li gelê Çanakkale û Kepezê dikim. DEM Partî wê bi gel re bixebite. Çanakkale û Kepezek azad pêkan e. Wê DEM bê, dewran vegere.”
 
Wê ji bo ciwanan bibin hêvî
 
Namzeta hevşaredariyê ya Geliyêboluyê Dîlara Ebîk jî 22 salî ye û malbata wê ji Milazgîrê ye. Dîlara li Çanakkaleyê di nav namzetên herî ciwan de cih digire. Dîlara li Geliboluyê tê dinê û di 2020’î de beşa Aşpêjiyê dixwîne. Piştre di xebatên meclîsa ciwanan a DEM Partiyê de dixebite. Dîlara wiha dibêje: “Em ê bi hemû namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên DEM Partiyê re ji ciwanan re bibin hêvî. Wê tu ciwan welatên din wek deriyê hêviyê nebîne. Wê tevli hilberîna di cih de bibin û bibe xwedî derfetan.”
 
‘Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin’
 
Dîlarayê bal kişand ser ciwanan jî û wiha dawî lê anî: “Wê ciwan di rêveberiyên bajar de bibin xwedî gotin û azadbûna ciwanan esas bê girtin. Em ê civaka polîtîk û exlaqî ava bikin û xwedî li çanda xwe derkevin. Ez bang li hemû ciwanan û gelê Gelîboluyê dikim ku dengê xwe bidin DEM Partiyê.”