Namzeta Îdirê: Ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin

  • 09:04 13 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - Nejla Kum a ku namzeta hevşaredara Îdir a ku bi 3 welatan re hevsînor e û xwedî çandeke girîng e, diyar kir ku qeyûm Îdir qedandiye û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo jin û ciwanan dê xebatan bimeşînin.
 
Îdir a ku sînorê Ermenîstan, Nexçîvana Azerbaycanê û Îranê ye, xwedî çandeke girîng e û ji gelek pêkhateyan mirov tê de cih digirin. Îdir a ku di sala 1992’yan de bû bajar, deşta ku di navbera Çiyayê Araratê yê herî bilind ê Tirkiyeyê, Çiyayê Pamûkê û rêzeçiyayên paralel û Çiyayên Elegezê da ava bûye. Li gorî daneyên sala 2023’yan nifûsa Îdirê 209 hezar û 738 kes e ku ji sedî 47,69 jin û ji sedî 52,31 jî mêr in. Nifûsa Îdirê li gor sala berê 6 hezar û 144 zêde bûye.
 
Îdir ku weke Çukurovaya Kurdistanê tê binavkirin, deşteke xwedî li axeke pir bi bereket e. Li van zeviyên bi bereket ên ku ji aliyê Çemê Eresê ve tên avdan, gelek berhemên wek behîv, sêv û zebeş tên çandin. Ji ber girtina bazirganiya sînor, gel û esnafên Îdirê nikarin berhemên xwe bifiroşin. Îdir a ku bi 3 welatan re sînorên wê hene û di cihekî gelekî stratejîk de ye, di warê bazirganiyê de nikare ji taybetiyên xwe sûd werbigire.
 
Kevneşopiya siyasî ya kurdan
 
 
Bajarê Îdirê ku ji avakirina komarê heta niha her tim ji aliyê partiyên rastgir ve dihat birêvebirin, di sala 2009’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li bajêr bi ser ket. Di hilbijartinên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) şaredarî bi dest xistibû û li şûna wê qeyûm hat tayînkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de dîsa şaredarî bi dest xist, di sala 2019’an de dîsa qeyûm hat tayînkirin. Ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de bên lidarxistin, ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku vê kevneşopiyê didomîne, Nejla Kum û Mehmet Nûrî Guneş bûn namzetên şaredariyê.
 
Namzet Nejla Kum  ji ajansa me re behsa pirsgirêkên bajêr û pirsgirêkên bajêr kir. 
 
Li cihê ku ji dayik bû û lê mezin bû bû namzet
 
 
Nejla ku di sala 1980’an de li Gundê Evcî ya Îdirê ji dayik bû, diyar kir ku ew bi malbata xwe re vê tevgerê nas kiriye. Nejla ku zewicî ye û du zarokên wê hene, di sala 2001’an de li navçeya Gopê ya Stenbolê beşdarî xebatên siyasî bû. Nejla ku di qada ciwan û jinan de xebitiye, diyar kir ku ev 5 sal in li Îdirê di nava xebatên HDP û DEM Partiyê de cih digire. Nejla, anî ziman ku ew kevneşopiya siyasî ya DEM Partiyê ji dibistana seretayî ve nas kiriye û got ku ew niha namzeta hevşaredariya bajarê ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye ye. Nejla, got: “Em ne xerîbê vê tevgerê ne. Em ji ber malbata xwe dizanin. Em ji wê demê ve di nava tevgerê de ne û li pey wê ne. Em ji xeta xwe derneketin."             
 
‘Li Îdirê jiyaneke bi tenduristî tuneye'
 
Nejla, diyar kir ku wan dema şaredarî bi dest xistine û hemû derfet pêşkêşî gel kirine, lê bi tayînkirina qeyûm re ev yek ji holê rabû ye. Nejla, wiha dirêjî da axaftina xwe: “4 sal in qeyûm li Îdirê hemû qadên jiyanê xera kirine û xilas kiriye. Ekolojiyê tune kir, jiyanek bi tenduristî tuneye. Qirêjî bajêr êdî bûye pirsgirêka sereke. Binesaziya Îdirê tuneye. Veguhastin pirsgirêk e. Li piraniya malên me şebekeyên avê nîne. Têgihiştina wan a şaredariyê ev e. Hemû beşên civakê bertek nîşanî qeyûman didin. Xelk dibêje, eger li vir DEM Partî hebe, dê DEM Partî tiştekî ji gel re bike. Me berê jî ji Îdirê re xizmetê kiribû. Pratîka me heye. Me bê cudahî proje çêkirin.”
 
 
‘Jin her tim pêşeng bûn’
 
Nejla, da zanîn ku hikûmetê 5 hezar deng veguhestine bajêr, lê hêj jî tirsa wan heye û lîstik li ser taxên ku dengên herî zêde bidest dixin hene. Nejla, bi lêv kir ku îmkanên dewletê seferber bûne da ku gel dengê xwe nede wan. Nejla, destnîşan kir ku desthilatdariyê berê ciwanan daye tiryak û fuhuşê û wiha domand: “Bi tu awayî dest nedane jinan. Ev têgihiştina zihniyeta yekkesî ye. Jin çi dixwazin? Dema ku em şaredarî bi dest bixin, em ê bi jinan re bimeşin. Em ê bi aqil û projeyeke hevpar tevbigerin. Niha di çûn û hatinê de zehmetiyên jinan hene. Nikarin xwe biafirînin. Di dîrokê de jin her tim pêşeng bûne. Bi hezaran sal in dixwazin jinan kole bikin. Avêtine navbera çar dîwaran. Ew li malê jiyanek zîndanê dijîn. Jin ne li kole ne. Jin wê di her aliyê jiyanê de wê hebê. Ji aliyê çandî ve em ê jin li her derê hebin.”
 
Xebatên ji bo jin û ciwanan
 
 
Nejla, da zanîn ku ger şaredarî bi dest bixin dê ji bo jin, xwendekar û ciwanan qertên çûnûhatinê bêpere bikin û dê atolyeyên zimanê zikmakî jî vekin. Nejla, got ku ew bi pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin û bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin dizane û wiha axivî: “Em wê sozê didin xwe. Em ê bi wan derfetan xwe bigihînin jin û ciwanan. Jin û ciwan êdî qediyan. Em ê fabrîqe û kargehan ava bikin. Em ê derfetên şaredariyê ji ciwanan re ragihînin. Em ê piştrast bikin ku ew xwedî pîvanek aborî bin. Em ê li gorî taybetmendiya herêmê bixebitin.”
 
'Qadên çandiniyê ji bo jinan vekin' 
 
Nejla, destnîşan kir ku jinên li bajêr bi mûçeyên kêm li zeviyan dixebitin, lê ger şaredarî bi dest bixin dê li zeviyên şaredariyê çandiniyê bikin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jin bi çandiniyê re mijûl dibin. Em ê zeviyên şaredariyê bidin jinan û jin dê hem hilberînê bikin û hem jî firotina hilberîna xwe bikin. Ev erka me ye. Em ê kooperatîfan ava bikin. Çima jin xwe li gorî hêza xwe neafirînin? Qezenca xwe dê bi xwe bikin. Ew ê bi xwe debara xwe bikin û dê li ser lingên xwe bisekinin.”
 
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê dê bê dayîn’
 
Nejla, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê dibistanên jinan jî vekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn. Jin wê li wir xwe birêxistin bikin. Destûrê nedin ku zilm li ser jinan bê kirin. Em ê bibin xwedî li dibistanên partiyê. Qadên jiyanê tunene. Saet pênc-şeşan şûnde mirov di malên xwe de asê dimînin. Ji ber ku hewaya paqij tune ye. Em ê li wir rêyên meşê yên bi qadên hêşîn ava bikin. Em ê qadên ku jin karibin dema xwe lê derbas bikin ava bikin. Çima çend demjimêr tunebe ku jin wextê xwe xweş derbas bikin? Çima divê tenê li ser rêya walîtiyê dema wan derbas bibe. Tenê mirovên dewlemend diçin wir. Projeyên me yên ku em jê re dibêjin qadên kesk dê hebin.”