Li Geverê salvegere qexedeya 79 rojan berdewam kir

  • 09:02 13 Adar 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li Geverê bi îlankirina ‘rêveberiyên xweser re’ qedexeya derketina derve ya 79 rojan berdewam kir, 8 sal li pey xwe hişt. Gelê Geverê di qedexeyan de li dijî her cureyê zextan têkoşîna xwe meşandin.
 
Di 2015-2016’an de di dîrokên cuda de li bajarên Sûr a Amedê, Nisêbîn a Mêrdînê, Cizîr, Sîlopî ya Şirnexê û Gever a Colemêrgê rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Di vê pêvajoyê de gelek caran qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Gever bi têkoşîn û berxwedana xwe 8 sal in tevî hemû polîtîkayan li dijî polîtîkayên şer serî natewîne.
 
Qedexeyên çalakî û bernameyan 8 sal in didomin
 
 
Li Geverê di 13’ê Tebaxa 2015’an de Meclîsa Demokratîk a Geverê rêveberiyên xweser îlan kir. Piştî vê berxwedanê 5 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di 10’ê îlona 2015’an de bi rojekê, piştre mijdarê de 3 roj, 7’ê Kanûnê de jî rojek qedexe hat îlanirin. Piştî Yekîneya Parastina Sivîl 1’ê Sibata 2016’an de avabûna xwe îlan kir, bi vê re qedexe hatin dirêjkirin. Ji 13’ê Adarê heta 30’yê Gulana 2016’an de qedexeya 79 rojan hat îlankirin. Piştî vê qedexeyan berdewam kir heta 31’ê cotmehê berdewam kir. Qedexe piştî 151 rojî bi dawî bûn. Piştî qexexeyan di ser de 8 sal derbas bûn.
 
Hîna şopa wê li gelek taxan heye
 
 
Di qedexeyên 79 rojan de  li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Kişla, Mezarlik, Yeşîldere û Diza pevçûnên dijdwar hatin jiyîn. Riyê navçeyên Şemzînan û Rubarok, bajaroka Bajêrge hatin girtin. Gundên Vezîrava, Mexsudava, Elver, Peylan, Darê, Pîrzala, Sekran, Navdiyan, Bagrêge û Xalane jî nisîbê xwe ji qedexeya mezryan girtin.
 
Polîtîkayên şerê taybet zêde bûn
 
Li Geverê bi taybet piştî 2016’an polîtîkayên şerê taybet derketin asta herî jor.  Piştî qedexeya asîmîlasyon, hişbir, bahis û fuhuş zêde bû. Sîstemê jinên ciwan ber bi fuhuşê ve bir, zarok ketin çirava hişbirê. 
 
 
Goristan hatin texrîbkirin
 
Desthilatdariya ku berxwedan û xwedîderketin hezm nekir dest bi êrîşan kirin. Polîsên tevgerên taybet bê navber êrîşê goristanan kirin. Li ser dîwarên goristanan nivîsên ‘leş’ hatin nivîsin. 7 caran goristan hatin texrîbkirin.
 
Li goristana bêkesan gelek cenaze hene
 
Pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de piranî endamên YPS’ê nav de sivîl jî hebûn 90 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora ÎHD’ê pêvajoya qedexeyê de 78 cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Erziromê û di 2016’an de 25 teslîmê malbatan hatin ekirin. 53 li goristana bêkesan a Erziromê hatine definkirin.
 
3 hezar û 637 xanî hatin asta ku nikarin bên bikaranîn
 
 
Li gorî rapora piştî qedexeyê hat weşandin, gundê Mexsudava jî tê de ji 5 hezarî zêdetir hatin asta ku nikarin bên bikaranîn. Di rapora Odeya Endezyarên Înşatê de 3 hezar û 637 avahî hatine ata ku nikarin bên bikaranînê.
 
Polîtîkayên li ser ciwanan
 
Li Colemêrg û navçeyên wê qedexe tê îlankirin. Li gundan bê navber  ‘herêmên qedexe ye’ tên îlankirin û eziyet li gundiyan tên kirin. Têketina gundan tên qedexekirin. Ligel vê gundiyan hepsê malê dikin û bi ser malan de tê girtin. Tevî 8 sal derbas bûye hîna zext û îşkence hene. Bêguman polîtîkayên herî giran li ser ciwanan pêk tên. 
 
Gel rê nade polîtîkayên şer
 
Şopa şer û pevçûnên hatine jiyîn hîna tê dîtin. Dema mirov ji kolanên ku berxwedana mezin lê hebû derbas dibin, mirov dîsa diçin wan rojan. Li herêmê tevî polîtîkayên tên meşandin, ji 7’an heta 70’ê her kes têkoşîna xwe dimeşîne û rê nadin şerê taybet.