ROJEVA 13'YÊ ADARA 2024'AN

  • 09:00 13 Adar 2024
  • Rojev
 
*Li Geverê bi îlankirina ‘rêveberiyên xweser re’ qedexeya derketina derve ya 79 rojan berdewam kir, 8 sal li pey xwe hişt. Gelê Geverê di qedexeyan de li dijî her cureyê zextan têkoşîna xwe meşandin.
 
*Çalakiya Nobeta Edeletê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin 100 roj li pey xwe hişt. Daxaza ji nobetan zelal e: Em çareseriyê dixwazin!”  DÎMEN HEYE
 
*Nejla Kum a ku namzeta hevşaredara Îdir a ku bi 3 welatan re hevsînor e û xwedî çandeke girîng e, diyar kir ku qeyûm Îdir qedandiye û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo jin û ciwanan dê xebatan bimeşînin. BI DÎMEN 
 
*Fatma Gulan Onkol ya hat koçberirin û ji nû ve hat ser axa xwe, bû namzeta hevşaredariya Sûrê. Gulanê balkişand ser gotinên dayikeke ‘wan dara min birîn lê koka dara min hîna li wir e’ û da zanînku ew jî ji wan kokan hêzê digirin û li Sûrê hebûna xwe dixwazin. DÎMEN HEYE
 
* Li Çanakkaleyê sê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê hene. Namzetên hevşardariyê bi îdiaya bajarekî ekolojîk û azadixwaz a jinê biafirînin xebatan dimeşînin. Namzetan wiha got: “Kepez, Bîga û Çanakkaleyek azad pêkan e. Wê DEM bê dewran bigere. DEM Partiyê tercîh bikin em bi hev re bi rê ve bibin. DEM Partî ya me ye. DEM dema jiyanê ye. DÎMEN HEYE
 
*  Namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM partiyê Belkîza Epozdemîr tevî hemû êriş, girtin û polîtîkayên çewisandinê çawa ji girtîgehê derket têkoşîna xwe domand. Belkîza diyar dike ku projeya wê ya esas ev  e ku wê Tetwanê bike bajarê jinan. BI DÎMEN 
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi peyamên Newrozê çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd datîne holê, di 2015’an de di peyama xwe ya li Amedê ku gihişt mîlyonan de got ‘Dîrok û gelên me ji me li gorî rihê demê çareseriyeke demokratîk dixwazin’ û ev gotin îro wek nexşeriyekê rojevîbûna xwe diparêze.
 
*Newroz ku bi kurdan re wateyek nû qezenc kir, di pêvajoya dîrokî de bi berxwedanê hat pêşwazîkirin û îro jî bi berxwedanê tê pêşwazîkirin. (DOSYA)