Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomîne

  • 19:18 12 Adar 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku kurê wê bê berdan, dîsa dest bi çalakiya xwe ya nobetê ku navber dabûyê dike.
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê demek piştre nobet veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Li ser sozên wezaretê jî malbatê navber dabû nobeta xwe. Lê piştî ku ev soz nehatin bicihanîn, malbatê biryar da ku dîsa dest bi nobetê bike. Nobet di roja 51’ê de berdewam kir.
 
Emîneyê li ber wezaretê daxwazên xwe anî ziman û xwest edelet pêk bê.