Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin

  • 18:04 12 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bê naveber didomin û namzet bi gel re tên cem hev. 
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe bê navber dimeşîne.
 
Qers
 
Li navçeya Qamûşan a Qersê  serok wekîla koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît û namzetên hevşaredariyê Serap Çelîk û Huseyîn Altun çûn serdana esnafan.Namzet ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtin.
 
Wan 
 
Li Wanê jî DEM Partiyê li Rêya Armûşê serdan pêk anî. Namzetên hevşaredariya bajarê meizn Abdullah Zeytan, parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar jî tevli serdanên esnafan bûn.
Her wiha hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt û hevserokên navçeyan, parlametner Mahmut Dînlar jî çûn serdana gundê Setmans û Orenburç yên Serav a Wanê.
 
Li Bêgiriyê jî heyeta ku parlametnera Wanê Gulcan Kaçmaz têde bû serdana esnafan kirin.
 
Şirnex
 
Namzetên hevşaredariya Şirnexê jî li taxa Vakifkent û serdan kirin û esnaf ziyaret kirin. Di dema serdanê de welatiyan eleqeyek meizn nîşanê namzetan dan.