Li Wanê nobet bi dirûşma 'Bijî têkoşîna dayikan' berdewam kir

  • 16:44 12 Adar 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 96'an de bi serdanan didome. Di çalakiya îro de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 96 roj in roj in didome
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê, namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, namzetên hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag serdana nobedê kirin. 
 
 
Abdullah Zeydan, di nobedê de axivî û got: "96 roj in nobed didome. Em ê li cem têkoşîna dayikan bin. Her wiha li girtîgehan jî 107 roj in greva birçîbûnê didome. Wekî her tim em dibêjin divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. 3 sal jortir e li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Li dijî tecrîdê divê azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk bê. 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî têkoşîna dayikan” berdewam kir.