Agirê Newrozê li Dîwandereya Rojhilatê Kurdistanê hat dadan

  • 15:48 12 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Agheh-Jarî yê bajarê Dîwandereya Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes hatin cem hev û bi pêxistina agirê Newrozê hatina biharê pîroz kirin.
 
Her sal bi hatina biharê re li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê şahiyên Newrozê tên lidarxistin. Welatiyên li gundê Agheh-Jarî yê bajarê Dîwandereyê li hev civiyan û hatina biharê li dora agirê ku pêxistibûn bi dîlanê pîroz kirin.
 
Frost K. ya ji NÛJINHAY'ê re axivî ya 60 salî ku beşdarî pîrozbahiyê bû wiha got: "Bi qasî ku tê bîra min di demên berê de em diçûn serê çiya û agir pêdixistin. Kevneşopiya ji demên kevnar e, me Newroz pîroz dikir, lê em ne azad bûn."
 
Mehsa M. ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû jî wiha got: "Ez her sal ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibim ez têm gundê Agheh-Jarî. Pêşî agir pêdixin û pişt re jî bi stranan em govendê digrin. Newroz yek ji pîrozbahiyên herî girîng ya gele Kurd e. Hikûmet ji merasîmên me yên Newrozê ditirse."