Li Taxa Konurê buroya jinan hat vekirin

  • 14:25 12 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Li Taxa Konurê buroya hilbijartinê ya jinan vebû. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Saki li vir wiha got:"Enqereyî ne mecbûr in di nav ên nebaş de li yên baş bigerin. Li Enqereyê Gultan Kişanak heye êdî."
 
Ji bo Hevşaredaraya DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak li Mamakê starta hilbijartinê hat vekirin. Piştre li Taxa Konurê ya li Çankayayê jinan buroya hilbijartinê ya jinan vekirin. Jinan berî vekirina buroyê govend gerandin. Her wiha belavok belav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Saki nameya hilbijartinê ya Gultan Kişanak xwend. Piştre Sevinç Koçek derket ser dikê. 
 
'Li Enqereyê Gultan Kişanak heye êdî'
 
Ozgul da zanîn Enqereyî ne mecbûr in di nav ên nebaş de li yên baş bigerin û got:"Li Enqereyê Gultan Kişanak heye êdî. Kesên bixwazin Gultan Kişanak di rêveberiyên herêmî de çi kiriye bila li tecrubeya wê ya rêveberiya herêmî ya Amedê binêrin. Em tecrubeyên wê li kuçeyan parve bikin. Em ê têkoşîna xwe ji bo hemû hevalên xwe bidomînin."