Nobeda Edaletê di roja 99'an de ye: Êdî bes e

  • 14:19 12 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin di roja 99'an de dewam kir. Dayikên ku hatin serdana çalakiyê gotin, "Êdî bes e."
 
Li Amedê di pêşengiya Komaelya Piştevaniya bi Malabtên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY DER)  bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" Nobeda Edaletê ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê hat destpêkirin di roja 99'an de dewam kir. 
 
Çalakiya ku îro jî bi serdanan dewam kir, ji dayikên ku hatin serdanê Soylan Bulut, diyar kir ku tecrîd tenê ne li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, di heman demê de li ser tevahiya gelê Kurd heye û anî ziman ku divê herkes bibe dengê girtiyan.
 
'Em di bawaeriya ku em ê bi ser kevin de ne'
 
Ji dayikên din ku hatin serdanê Remziye Teke jî got, "Em bang li Êwropayê dikin ku xwe ker û lal neke. Bila pêkanînên ku tên kirin bibîne û girtîgehan ji nedîtî ve neyê. Remziye anî ziman ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe dê aştî pêk neyê.
 
Kadriye Sîrek jî got, "Zarokên me di nav têkoşînê de ne. Bila hemû cîhan me bibîne û rabe ser piyan. Edî bes e em jî wekî her kesî dixwazin bijîn."
 
Çalakiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.