'Deskeftiyên şoreşê bingeha xwe ji serhildana Qamişloyê digire'

  • 13:05 12 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvberiya Xweser a Kantona Cizîrê li ser serhildana Qamişlo ya beriya 20 salan daxuyanî da û got: “Yekîtiya gelên herêmê bingeha têkoşîna serhildanê ye.”
 
Rêvberiya Xweser a kantona Cizîrê daxuyanî derbarê serhildana Qamişlo di sala 2004’an de pêk hat di bin dirûşmeya “Em ê bi wekheviya gelan hemû komployan têk bibin” da. Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan ji endam û rêveberên saziya civaka Sivîl û partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li ber çarxereya Nisir a taxa Ezîziyê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Mekteba Jin a Meclisa Malbatê Şehîdan Rewan Şêxo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :
 
” Serhildana Qamişlo çirûska ku ji Qamişlo des pê kir, li dijî siyaset û hişmendiya netew-dewlet bû. Wê demê rêjîma Baas hewl da ku fitne di navbera pêkhateyên herêmê derxîne bi taybet gelê Kurd û Ereb . Lê ev siyaset bû sedema sereke ya aloziyê. Ji wê çirûskê ve heya roja îro têkoşîn û berxwedanek bêhempa tê meşandin da ku li ser xaka xwe her kes xwedî maf û hebûn be. Serhildana Qamişlo rê li ber avakirina sîstema Rêvberiya Xweser vekir ku ev sîstem hemû pêkhate hembêz dike û hebûna wan diparêze. Em vê serhildanê pîroz dibînin. Deskeftiyên pîroz yên vê şoreşê ku bi ked û têkoşîna wekheviya gelan hatiye bidestxistin bingeha xwe ji serhildana Qamişlo digire.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “ Bijî berxwedan, Şehîd namirin” bi dawî bû.