Peyama Leyla Guven: Dê Rihayê bigihêje nasnameya xwe ya rast

  • 12:58 12 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê girtin berî hilbijartinên herêmî peyam şand. Leylayê di peyama xwe de got:"Gelê me yê hêja, DEM dema rizgarkirina bajarê me ya ji zihniyeta Nemrûdan e. Dema DEM’ê ye ku dawiyê li dizî, talan,  fikra malbatparêziyê bîne û deriyên şaredariyên gel ji gelî re veke."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê girtin berî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ji gelê Rihayê re peyam şand. 
 
Leylayê di nameya xwe bi rêya parêzer şand de wiha got:
 
"Li xaka destpêka mirovahiyê, we bi esalet û sekna xwe diyar nirxên pir girîng li civakê zêde kir. Hûn ji welatê Îbrahîman derbasî bajarê karkeran bûn. Hûn ew gel in ku li welatê nanî bê nan hatine hiştin.
 
Hûn bi sînorên ku li ser xaka we ya pîroz hatine danîn, ji kesûkarên xwe hatine dûrxistin. Têlên direhî ketin di navbera êş û şahiyên we de. We tim bi hezkirineke mezin gelên cuda û baweriyên cuda yên li bajarê xwe hembêz kirin. Hûn bi eşîrên me ku yekem rêxistinbûna jiyana komunal in, ji her kesî re bûn derman. We li hemberî xizanî, newekhevî û nebûna xizmetê tim sebra Eyûb nîşan da.
 
Gelê me yê hêja, DEM dema rizgarkirina bajarê me ya ji zihniyeta Nemrûdan e. Dema DEM’ê ye ku dawiyê li dizî, talan,  fikra malbatparêziyê bîne û deriyên şaredariyên gel ji gelî re veke.
 
Riha wê bi sekna namzetên me ya şaredariya demokratîk û şefaf re dubare nasnameya xwe bi dest bixe. Gelê Rihayê wê şaredarvaniya gelparêz a  DEM Partiyê dubare bibîne. Em dibînin ku partiyên dewlemendan bi hev re şer dikin.  Namzetên DEM Partiyê ku partiya karker, kedkar, xizan, jin, ciwan û hemû beşên bindest e, hewce ye bibêjin; 'Edî bes e' û di van hilbijartinan de bi ser bikevin.
 
Ez bi rêzdarî û hezkirin silavên xwe li hemû gelê Riahayê dikim. Ji namzetên me yên hêja re serkeftinê dixwazim."