Li Cizîrê binçavkirin

  • 12:33 12 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di serdagirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Cizîrê ya  Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de piranî jê ciwan bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.