Peyama dîrokî ya 2014'an: Darbe yan demokrasiya radîkal?

  • 09:06 12 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2014'an de li qada Newrozê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xwedindin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha gotibû:"Tiştekekî girîng ê li pêşiya me û li hêviya bersivê ye, em ê bi darbeyên dubare bidin an bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe bidomînin ? " Ev peyam rojanebûna xwe ya îro jî diparêze. 
 
Paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xist niha li cîhanê tê nîqaşkirin. Tê gotin di destpêkê de ji bo çareseriya meseleya kurd û ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn şêr li vir alternatîfa çareseriyê ye. Newraz sala 2024'an nêz dibe û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd jî pêvajoyeke nîqaşê ya nû dest pê kiriye. Li cîhanê ji bo çareseriya meseleya kurd tê gotin divê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. 
 
Di pêvajoya Newroza 2024'an de ev mijarana dîsa tên nîqaşkirin û peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan jî tê rojevê. Di sala 2014'an de li qada Newrozê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xwedindin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha gotibû:"Tiştekekî girîng ê li pêşiya me û li hêviya bersivê ye, em ê bi darbeyên dubare bidin an bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe bidomînin ? " Ev peyam rojanebûna xwe ya îro jî diparêze. 
 
Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2014'an de li qada Newrozê hatibû ragihandin wiha ye:
 
“Merheba ji bo hemû dostên dilê wan bi agirê Newrozê bi aştî û azadiyê dikele !
 
Ez ji gelê me yê ku agirê Newroza li Mezopotamyayê li qada şaristaniyê bilind dibe vediguherînin şahiya demokrasiyê, silavên xwe dişînim. 
 
Di şexsê we de ez ji jin û ciwanên welatê xwe re hezkirina xwe bi rê dikim. 
 
Ez banga yekîtiyê li herkesên deng dide me û dilê xwe ji aştiyê re vekirine li hemû Tirkiyeyê dikim. 
 
Ez cejna gelên xwişk û bira yên li Rojhilata Navîn û Asyayê pîroz dikim. 
 
Ez silavên ji dil ji we hemûyan re dişînim. Merheba !
 
Me di Newroza borî de jî agirê şer ê kedê, evînê, ciwanan dişewitîne û dike xwelî vemirandibû û ji bo aştiyê me meşaleya serhildanê vêxistibû. 
 
Gelê hêja yê Tirkiyeyê !
 
Dîrokê nîşanî me da, ger pêşengiya aştiyeke bi biryar neyê nîşandan wê pirsgirêkên dîrokî xwe dubare bikin û wê bi veguhestina windakirinê bersivên xwe zêde bike. 
 
Tiştekekî girîng ê li pêşiya me û li hêviya bersivê ye, em ê bi darbeyên dubare bidin an bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe bidomînin ? 
 
Rewşa rojane ya ji Newroza dawî heta niha vê rêya ji hev veqetiyaye îfade dike. Ya wê rejîma komploger-darbekar a xwe dispêre modernîteya kapîtalîst a 200 salên dawî, xwe ji nû de restore bike yan jî wê bi reformên demokratîk ên berfireh têkiliyên kurd û tirkan têkiliyên mekanîzmayên komploger-darbekar perçe bike. Hemû rêyan di navberê de û derbasdar mîada xwe tije kirine. 
 
Ya heta dema niha dihat meşandin pêvajoya diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî nêta hev a baş, rastiya xwe û besbûniya xwe test kirine. Di vê testê de tevî ku hukumetê ev tişt bi giranî girt dest jî û ji bingeha zagonî reviya jî û tevî helwest hukumetê ya dirêjkirinê jî her du alî jî bi biryardariya xwe ya di aliyê aştiyê de derketine pêş. 
 
Aştî ji şer hîn zotir re lê belê elbet aştiyeke her şerekî heye. Dema me serî hilda em netirsiyan, dema em li hev bên jî em natirsin. 
 
Serhildana me ne li dijî gelên xwişk û bira ne li dijî kesayetên hegemonîk, gelan tune dihesibîne, îmha dikin, înkar dikin û li dijî pergala zilmê ye. Loma jî aştiya me ne ji bo hukumet an jî dewletan e ji bo gelên Mezopotamya, Kurdistan û Anatolyayê ye. Hukumet û dewlet jî divê ciddiyeteke li gor vê rastiyê pêş bixîne. 
 
Rêwîtiya me ya aştiya mezin ji Osloyê heta Parîsê ji Geverê heta Licê het operasyonên KCK'ê heta helwesta zalim a li dijî girtiyên me bi êrişan rû bi rû maye. Ev tevger e yanî hûn in ên wê van lîstikên qirêj xera bike û hakimiyeta Gladioyê bihejîne. Di warê bêbandorkirina pergala vesayeta li herêmê de para têkoşîna me ya mezin a em dimeşînin, heye. Nîşandana baldariya li dijî komploya navneteweyî berpirsiyariya me ya dîrokî ye. 
 
Her wiha wê zimanekî berpirs û şêwazeke berpirs metodên herbê yên psîkolojîk vala derxînin û ev yek wê bibe kesayeta bingehîn a aştiya me. 
 
Ev aştî encax di serî de li Rojava li hemû herêmê bi çareseriyên zagonî yên demokratîk pêk bên. 
 
Wê jin li gel potansiyela wekhevî û azadiya mezin a bi salan kirine ser hevdu bi nirxên estetîk û etîk ên li geşedanên civakî zêde kirine bibin kirdeyên esil ên aştiyê belav dikin û ji nifşên din re dihêlin. 
 
Tevgera me wekî tevgera ciwanan dest pê kir û her tim ciwan maye. Li dijî êriş û provakasyonên li ser aştiyê wê dîsa ciwan bibin parêzvanên aştiyê yên bi hêz. 
 
Wê gelên me yên koçber ên li çar aliyên cîhanê belav bûne bibin dengê me yên aştî û azadiya bi rûmet diqêrin. 
 
Wê rêhevalên me yên jiyan, tendirustî û azadiya xwe li her derê ku êdî hêvî lê dikira bi dawî bibe, bi guman radixistin ber çavan û didan, wê bibin bingehame ya sereke. 
 
Li dijî gotinên nefretê yên bêhna xwînê jê tên yên cihêkar û nîjadperest, bi xwişk û biratiya xwe ya bi hezar salî wê gelên Tirkiyeyê bibin bersiva herî bi bandor. 
 
Ez bi hestên xwe yên şoreşgerî û bi baweriya xwe ya welatekî tam demokratîk, welatekî ku hemû bawerî, hemû gel, hemû çand û ked jî xwe tê de azad hês bike, silavan ji we re dişînim. 
 
Ez bang li her kesên ku li hemberî mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin, dikim ku bibin kevirê aştiya me ya mezin. 
 
Ez silavan ji kesên ku ji bo xwişk û biratiya gelan berpirsiyarî girtine ser xwe re dişînim. 
 
Bijî Newroz!
 
Bijî xwişk û biratiya gelan !"