Li bajarê di bin rêveberiya qeyûm de pirsgirêkên jinan zêde dibin

  • 09:02 12 Adar 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Zeynep Yildirim Saat a ku beriya qeyûm tayînî şaredariyê bibe berpirsa saziya jinan bû, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re ji Serta berê tu tişt ne maye, bi taybetî pirsgirêkên jinan li bajêr derketine asta herî jor û got: "Qeyûmên ku hêz û têkoşîna jinan dîtin di serî de êrîşî wan kirin." 
 
Qeyûmên ku ev du serdem in tayînî şaredariyên  Sêrtê hatin kirin , bandoreke neyînî li tevahiya jiyana li bajêr kirin. Xizmet rawestiya, şaredariya gel qediya, xebatên jinan qediyan. Li Sêrtê ku rêveberiya qeyûm a rantê li dijî nêzîkatiya şaredariya demokratîk, ekolojîk û şaredariya azadiya jinê hat tayînkirin, gel dîsa xwe amade dikin ku biçin ser sindoqan.
 
Li Sêrtê di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de nêzî 69 hezar hilbijêran dengê xwe dan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi rêjeya ji sedî 48,3'ê dengan rêveberiya şaredariyê ji nû de ket destên HDP'ê. Piştî bi demekê careke din qeyûm tayînî şaredariya ku bi pergala hevserokatiyê dihat rêvebirin hat kirin. Lê gel di 15’ê Gulana 2020’an de di hilbijartinên ku hatin kirin de cara duyemîn dengê xwe da pergala hevserokatiyê. Piştî hilbijartinê bi demeke kurt qeyûmên ku careke din tayînî ser îradeya gel hatin kirin, di serî de saziyên jinan kirin hedefa xwe. Zeynep Yildirim Saat a ku Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a girêdayî şaredariyê bû û di sala 2017'an de ji aliyê qeyûm  ve ji peywirê hat girtin, pirsgirêkên ku bi tayînkirina qeyûman li Sêrtê derketine holê vegot.
 
'Piştî qeyûman li bajêr pirsgirêk zêde bûn'
 
Zeynep diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên ku gel bi vîna xwe bi dest xistiye hatin kirin, pirsgirêk zêde bûne û got, “Em li herêma xwe polîtîkayên şerê taybet dibînin. Em dizanin ku li Sêrtê bi taybetî li cihên ku herî zêde welatparêz lê ne, gemariya tiryakê gelekî zêde ye. Em dibînin ku di warê pêşîlêgirtinê de tu polîtîkayek nehatiye hilberandin. Bi awayekî eşkere li jinên kurd fuhuş tê ferzkirin. Bi van pêkanînan dixwzin civaka me dejnere bikin."
 
Li şûna navenda şêwirmendiya jinan niha Heyva Kesk heye!
 
Zeynep bi bîr xist ku wan di dema şaredarî di dest wan de bûye ji bo jin, ciwan û zarokan xebat kirin û got, “Em baş dizanin ku navenda me ya piştevaniya jinan û malên piştgiriyê yên perwerdeyê destkeftiyên mezin ji gel û jinan re anîn. Jinên li cihekî wisa feodal û kevneperest dijîn, ne hêsan e ku şîdeta derûnî û fizîkî ya ku tê jiyîn bînin ziman û bersivê bibînin, me ev yek di rêveberiyên herêmî de pêşkêş kir. Me gelek serlêdan girtin û me xwe gihand gelek jinan. Bi lêkolîn û anketên ku dem bi dem em dikin, em gihîştine asteke baş. Di 2 serdemên me yên şaredariyê de avahiya ku niha weke avahiya Heyva Kesk tê bikaranîn, berê avahiya Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Berfîn bû. Me xwe gîhand gelek jinên li herêm. Dozên gelek jinên ku tacîz û destavêtin li wan hatibû kirin di çapemeniya neteweyî de cih girt. Piştî têkoşîneke pir giran a ji bo bidestxistina mafên xwe, sûcdar bi cezayên heta hetayê hatin darizandin."
 
'Pêşî êrîşî navendên jinan kirin'
 
Zeynep, anî ziman ku qeyûmê ku dît jin bi hev re bûne yek û bi hêz bûne û nikare vê yekê qebûl bike û êrîşî navendên şêwirmendiya jinan kir û wiha dewam kir: "Di her du serdeman de cihê ku ewil êrîş li wan kirin navendên jinan bûn. Ji ber ku pergal têkoşîna li vir dizane û nikare tehemûl bike. Ne tenê ew pergalê çav berda perwerdeya ku me dida zarokên malbatên xizan jî. Bi giştî nêzîkatiya yekem a qeyûm, bi taybetî hedefgityina jin û ciwanan bû. Tişta ku me di malên xwe yên piştgiriya perwerdehiyê de dikir ew bû ku em xwe bigihînin her zarok, ciwan û jinek ku bêyî hêzek aborî jî dixwest perwerdehiyê bibîne.  Lê gava ku qeyûm hat, di serî de berê xwe da van navendan û we jî ev dît. Ev navend ji bo xwe xeter dîtin. "
 
'Polîtîkayên şerê taybet bi giranî tên meşandin'
 
Zeynep destnîşan kir ku jinên li bajêr dijîn bi giranî ji polîtîkayên şerê taybet bi bandor dibin û anî ziman ku ev ne tiştekî nû ye. Zeynep wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ew yên ku jiyanê ava dikin, koordîne dikin û jiyanê xweş dikin, li pêşiya hêza xwe weke asteng dibînin. Ji ber ku Îqtîdara heyî xwedî feraset û zîhniyeteke bi tevahî hêzdar, serdest e û li hemberî jinan tevdigere. Li bajarê me ev rewş heye. Bi rastî, jin niha di rêveçûna li ser peyarêyan, kirrûbirra û dabinkirina pêdivyên xwe yên herî bingehîn de jî zahmetiyê dikişînin. Jixwe bi qasî ku divê jin ji jiyana aborî qut bûye. Em vê polîtîkaya jinê ya heyî hem bi gişt û hem jî li herêmê dibînin. Zihniyetek ku nikare ken û keda jinan tehemûl bike  heye."
 
'Komkujiyên li ser jinan êrîşên dewletê ne'
 
Zeynep amaje bi wê yekê kir ku di demên dawî de li bajêr kuştin û xwekuştin zêde bûne û wiha got: “Komkujiyên jinan di rastiyê de rêbazeke dewletê ye. Gelek sedemên kuştina jinan hene. Em sedemên aborî, fizîkî yên ku nikarin xwe bigihînin perwerdeyê û nekaribûna xwe Îfadekirinê û pirsgirêkên xwe pêşdenebirinê dibînin. Li herêma me, em bûyerên  xwekuştinê di nav jinên ciwan de piştî tayînkirina qeyûman ku zêde bûne dibînin. Ev ne tenê xwekuştinên jineke bêzar e. Pirsgirêka gelek jinên ku nikarin xwe îfade bikin, nikarin derkevin kolanan, ji bo perwerdehiya ku dibînin nikarin sûdê bigirin û nayên tayînkirin, di rastiyê de encama polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jinan e. Em zîhniyeta desthilatdar qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê zîhniyetê bidomînin."