ROJEVA 12'YÊ ADARA 2024'AN

  • 09:00 12 Adar 2024
  • Rojev
 
*Namzeta DEM Partiyê ya Bajêrgê Gulistan Akarsu bal kişand ser lîstikên îktidarê û wiha got: “Li aliyekî îradeya gel heye li aliyekî dengên ji Ege û Behrareş anîne hene. Plan û lîstinên amade kirine hene. Em ê wek gelê Bajargeyê dengê xwe bi kar bînin û bi awayekî xurt bibin bersiv.” BI DÎMEN 
 
*Hilbijêrên Wanê bal kişandin ser polîtîkayên tecrîd, înkar û îmhayê ya li hemberî Gelê Kurd û gotin: "Jin dê bersiva herî xurd di 31'ê Adarê de bide qeyûman. Her wiha li dijî zilma li hemberî kurdan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Zeynep Yildirim Saat a ku beriya qeyûm tayînî şaredariyê bibe berpirsa saziya jinan bû, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re ji Serta berê tu tişt ne maye, bi taybetî pirsgirêkên jinan li bajêr derketine asta herî jor û got: "Qeyûmên ku hêz û têkoşîna jinan dîtin di serî de êrîşî wan kirin."  DÎMEN HEYE
 
*Di sala 2014'an de li qada Newrozê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xwedindin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha gotibû:"Tiştekekî girîng ê li pêşiya me û li hêviya bersivê ye, em ê bi darbeyên dubare bidin an bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe bidomînin ? " Ev peyam rojanebûna xwe ya îro jî diparêze. 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku derbarê cejna Newrozê ya bi dirûşma "Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye" tê pêşwazîkirin de axivî got, "Pênasekirina çareseriya pirsgirêka kurd bi awayê herî şênber ew e ku Birêz Ocalan bi awayê fizîkî azad bibe û em ê ji bo polîtîkayên şer û pevçûnê ku bi dawî bibin di vê Newrozê de peyamên gelek girîng bidin." BI DÎMEN 
 
* Ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Asyaya Navîn gelek kes Newrozê wekî sembola “biharê” pîroz dikin. Cejna Newrozê ku bi kurdan re bûye xwedî wateyeke siyasî û gerdûnî, ne tenê kevneşopiyek e, di warê çandî û siyasî de jî sembola têkoşîna hebûnê ye. (DOSYA)
 
*Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso têkildarî 20'emîn salvegera komkujiya Qamişloyê da zanîn serhildana Qamişloyê bû zemînek bingehîn a ji bo avabûna şoreşa Rojava û wiha got:"Bi serhildana 12'ê Adarê û bi projeya neteweya demokratîk rihê têkoşîn û berxwedanê li pêş e. " BI DÎMEN