Jinan reng da şahiya Îdirê

  • 22:17 11 Adar 2024
  • Rojane
ÎDIR - Li şahiya gel ku li taxa Konakli ya Îdirê bi coşek mezin hat lidarxistin, jinan bi meşaleyan reng da şahiyê.
 
Rêxistina Îdirê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Taxa Konakliyê şahiya gel li dar xist. Zarok û jin bi pankartên bi nivîsa DEM Partî û alên kesk, sor û zer hatin qada ku şahî lê hat lidarxistin. Welatiyan demeke dirêj li vir bi stranên kurdî û tirkî govend gerandin û dem bi dem bi tililiyan coşa xwe nîşan dan. Di şahiyê de jinên ciwan meşale pêxistin û govend gerandin.
 
Li dû dîlana bi coş, namzetên Hevşaredarên Îdirê yên DEM Partiyê Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş û Parlamenter Yilmaz Hûn jî beşdarî şahiyê bûn. Hem namzet û hem jî Yilmaz Hûn demekê bi welatiyan re govend gerandin. Piştre Nejla Kûm li vir axivî û bi çepikan dayik, jin û zarokên beşdarî şahiyê bûn silav kir.
 
‘Ez ê bibim dengê jinan’
 
Nejla, bal kişand ser meha Remezanê û fitarê jî got ku ew wek jin tax bi tax digeriyan û di çalakiyan de cih digirtin. Nejla, anî ziman ku gel ew layiqî namzetiya hevşaredariya şaredariyê dîtiye û bi lêv kir ku ew bi vê rewşê bi rûmet in . Di vê navberê de welatiyan bi çepikan pişgirî dan Nejla. Nejla di berdewamiya axaftina xwe de got, “Weke jin ez ê bibim dengê jinan” û wiha pê de çû: “Di 31’ê Adarê de gelê me yê li Taxa Konakliyê dê vîna xwe nîşan bide. Yên li dijî îradeya me disekinin ji me ditirsin. Li dijî Îdirê di nava lîstikên qirêj de ne. Bi taybetî li dijî taxên Konakli û Ozgurê di nava lîstikên qirêj de ne. Em ne partiyeke pergalê ne. Em ê bibin dengê her kesî û hem jî dengê kurd û azeriyan. Em soz didin; Çi pirsgirêkên jinan hebin em ê çareseriyê bibînin. Em di navbera çar dîwaran de asê kirine. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê di malên xwe de nemînin. Em ê li her cihî bin.”
 
Wê ji pirsgirêkên ciwanan re bibe çareserî
 
Mehmet Nûrî Guneş ê ku mafê axaftinê girt, anî ziman ku ew piştgiriyê didin vîna gel û li qada şahiyê destnîşanî welatiyan kir. Mehmet, bal kişand ser namzetê AKP-MHP’ê serdana taxan kiriye û xwest gel bixapîne û got, kurd ne kurdên 50 sal berê ne û nayên xapandin. Mehmet bal kişand ser pirsgirêkên ciwan û jinan, anî ziman ku ciwan ber bi fuhûş û tiryakê ve tên kişandin. Mehmet da zanîn ku ew li dijî vê rewşê radiwestin û dê qadên ku ciwan bi hev re bijîn ava bikin. Mehmet diyar kir ku qadên ku kurd lê dijîn ji bo pêşketinê hatine vekirin û bi buhayan tên firotin û got ku ew ê destûrê nedin vê yekê. Mehmet, anî ziman ku pirsgirêkên avê yên şêniyên taxê jî hene û got ku ger şaredarî bi dest bixin dê avê bigihînin her malê.
 
Bal kişand ser Rêberê PKK’ê
 
Yilmaz Hun jî li vir axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya fîzîkî ji aliyê girtiyan ve hatine destpêkirin, di roja 106’an de ye.  Di vê navberê de welatiyên beşdarî şahiyê bûn li çepikan dan û piştgirî dan girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Yilmaz bi bîr xist ku şaredarî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û diyar kir ku qeyûm û derdora qeyûman Îdir talan kirine.  
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.