Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 47’an dewam dike

  • 21:46 11 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye destpêkirin di roja 235’an de bi koma 47’an didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 235’an de bi dewrgirtina koma 47’emîn berdewam dike.
 
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan ya bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 46’an Sarya Marînos axivî.
 
Sarya Marînos di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çalakiya wan ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heta em tecrîda heyî neşikînin û Rêbertiya xwe azad nekin em di nava çalakiya de bin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Bila dost û dijmin bizanin wê nekarin bi tecrîdekê destê me û Rêbertiya me ji hev bikin. Dibe ku Rêbertiya me bi fizikî ne li gel me ye, lê bi fikir û îdeolojiya xwe ew bi me re ye. Fikrê Rêbertiya me nevnetewî bûye. Heta em Rêbertiya xwe azad nekin pêwîste rawestan ji bo me tine be.”
 
Herî dawî koma nû bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Biji Berxwedan Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ çalakî dewr girt.