Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 91'ê de dewam dike

  • 19:25 11 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 91'ê de dewam dike.
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya MATUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 91'ê de dewam dike. Li eywana çalakiyên pankarta bi nivîsa "Em ji bo edaletê tecrîdê têk bibin em ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" hat daliqandin. Di çalakiyê çalakgeran tevî berdilkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dubare kirin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Rêveberên DEM Partiyê yên Sancaktepeyê û rêveberên ANYAKAYDER'ê çûn serdana nobetê. Li vir hat gotin heta azadiya Abdullah Ocalan wê têkoşînê bidomînin.