Li Başanê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 17:54 11 Adar 2024
  • Rojane
ÎDIR - Li navçeya Başanê buroya hilbijartinê bi coşek mezin hat vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Başan a Îdirê li navenda navçeyê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn, rêxitinên navend û navçeyan û gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirinê bi coşek mezin govend hat gerandin. 
 
‘Hilbijartinek edilane nayê kirin’ 
 
Piştî govend hat gerandin şûnde destpêkê Hevserokê DEM Partî yê Başanê Ahmet Bayilmaz axaftinek kurt kir û got: “Em ê bang li qeymeqam û midûrê emniyetê bikin; Li Başanê hilbijartineke adil nayê kirin. Di malên ku em danê êvarê ziyaret dikin, wesayîtên bi plaqeyên biyanî ev hilbijêran bêzar dikin. Dema em buroya hilbijartinê bikin hefteyan pêş de ji emniyetê destûrê dixwazin. Gelo li Başanê şev kesên ku mîtîngê li dar dixin destûrê digirin? Em bang hemû gelê Başanê dikin ku xwedî vîna xwe derbikevin.”
 
‘Em ji guhertinê re amadebne’
 
Piştre namzeta hevşaredar a Başanê Alya Akkûş Karahan axivî û got ku dê Başanê veguherînin cihekê bi heq û wiha domand: “Bi we re, em ê navûdengê çêtirîn gengaz e ku vî welatî heq dike hilberînin û biafirînin. Em ê cihên îstîhdamê ava bikin. Em bawer dikin ku alîkariya jin û hemû gelên xwe bikin. Em ne ji bo kedxwarinê tên, ji bo afirandinê em tên. Em ê nebin civakek ne rast. Em ji guhertinê re amade ne.”
 
‘Em ê bi hevre rêve bibin’
 
Namzetê Hevşaredarê Başanê Sadik Zira jî destnîşan kir ku ew ê li Başanê bi ser bikevin û wiha pê de çû: “Azerî, Kurd, Terekeme jî di nav de em ê Başanê bi her kesî re bi rê ve bibin. Em teqez vê sozê didin.” 
 
‘Em ê xwe bigihînin 3 sînorên welatan’
 
Herî dawî parlamenter Yilmaz Hûn axivî û vê gotina “Ger tê bîra we di sala 2009’an de dema me şaredariya Îdirê dest xist, serokê meclîsê yê wê demê Cemîl Çîçek tiştek got; ev qas jî nabe, niha gihîştine sînorê Ermenîstanê” bi bîr xist. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em niha dîsa pêşve diçin. Em ê xwe bigihînin sînorê Nahçivanê. Em ê xwe bigihînin 3 sînorên welatan. Em ê şaredariya Başanê bi dest bixin. Em ê li vir bi kurd, azerî û tirk ve şaredariyek gelparêz, wekhevîxwaz, azadiya jinan a Partiya DEM’ê li vir ava bikin.” 
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.