Li Çermûgê serdana esnafan hat kirin: Dengê me ji we re ye!

  • 16:37 11 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Li navçeya Çermûgê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar serdana esnafan hat kirin. Welatiyan ji siyasetmedarên ku ji wan deng xwestin re gotin, "Dengê me ji we re ye."  
 
Tenê çend roj ji hilbijartinên herêmî re mane, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de li navçeya Çermûgê ya Amedê serdana esnafan hate kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, namzetên Hevşaredariyê yên Çermûgê yên DEM Partiyê û gelek endamên partiyê beşdarî serdanê bûn.
 
Esnaf bi girseyî ziyaret kirin
 
Beriya hevdîtinê gelê Çermûgê konvoya ku Çîgdem tê de cih girtibû bi coş pêşwazî kir. Piştî govenda hat girtin  girse bi konvoyê ber bi Çermûgê ve derket rê.
 
Li Çermûgê bi girseyî serdana esnafan hat kirin. Çîgdem li vir bi gel re axivî û diyar kir ku divê gel xwe bi xwe birêve bibe û bang li wan kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê. Li aliyê din welatiyan diyar kirin ku dengên wan ji bo DEM Partiyê ye û dixwazin timî wan bibînin.