Li 3 bajaran nobed: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

  • 16:34 11 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Nobeda Edaletê li Êlih, Mêrdîn û Îzmîrê bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" didome. Di çalakiya îro de carek din banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 40’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. 
 
Kesên tev li nobetê bûn qala girîngiya yekitiya netewî kirin û ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
Mêrdîn 
 
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didomînin jî îro malbatên ji Nisêbînê hatin dewr girtin. 
 
Nobeta Edaletê di nava rojê de malovaniya ziyaretvanên xwe kirin, di nobetê de têkildarî rojevê nîqaş hatin kirin. Di nobeta ku perwerdehiya bi zimanê kurdî jî lê berdewam kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” hate berzkirin. Di nobeta edaletê ya stranên berxwedanê jî lê hatin gotin de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên amadekariyên Newrozê dikin bi rengên kesk û sor û zer zendik amade kirin. 
 
Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Mêrdînê ye jî serdana Nobeta Edaletê kir. Dayika Aştiyê Ayşe Şaşmaz a di nobetê de axivî, bal kişand ser rengên zendikên xwe û wiha got: “Ev ala berxwedanê ye, ev ala serhildanê û jiyanê ye.” Ayşe, anî ziman ku dixwazin têkoşîna li girtîgehan serkeftî bibe û wiha got: “Em ji vir heta Îmraliyê ji Serok Apo re ji girtîgehan re silavan dişînin. Em keç û xortên li çiyayên Kurdistanê silav dikin û li ber wan bejna xwe ditewînin.”
 
Mîthat Sancar ê diyar kir ku piştgiriya Nobeta Edaletê dikin jî wiha got: “Em aliyê ku aştiyê dixwazinin. Aştî ne tişteke ku bêyî berxwedan û xebatê were ye. Aştiyeke bi rûmet encax bi çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e. Heta ku çareserî pêk neyê aştî nabe. Ji ber vê yekê ked û hewldana we gelek girîng e. Divê tecrîd were rakirin. Em dizanin ku dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin, dê rêya aştiyê jî were vekirin. Em aştiyê dixwazin, hûn jî Dayikên Aştiyê ne. Em dizanin ku dê aştî bi destê dayikan were. Em jî heta ku aştî were, heta ku demokrasî were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
 
Îzmîr 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de hatiye destpêkirin di roja 37’emîn de li Nûnertiya Çîmentepe ya DEM Partiyê berdewam dike. Gelek malbatên girtiyan beşdarî nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Heq hiqûq edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan di nobetê de axivî. Sultan, diyar kir ku bi çalakiya xwe dixwazin edalet were welat. Sultan, bertek nîşanî CPT’ya ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê da û bi bîr xist ku CPT li ser navê desthilatan tevdigere. Sultan destnîşan kir ku rewşa Abdullah Ocalan bi fikar e û wiha berdewam kir: “Ji bo ku tecrîd were rakirin û azadiya wî pêk were zarokên me li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Heta ku ev bêhiqûqî berdewam bike, dê zarokên me li hundir em jî dê li derve têbikoşin. Ez dixwazin edalet û aştî were vî welatî.”
 
Sultan bang li herkesên ku edaletê dixwazin kir kut ev li nobetê bibin û piştgiriyê bidin wan.