Li Artemêtê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 17:54 10 Adar 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Li navçeya navendî ya Artemît a Wanê DEM partiyê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de namzetan diyar kirin ku wê 31’ê Adarê de dawî li rêveberiya qeyûm bînin û ji nûve mazbatayê teslîmê gel bikin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li Artemît a Wanê buroya hilbijartinê vekirin. Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a WAnê Abdullah Zeydan, namzetên hevşaredariya Artemîtê Cemîl Komî û Rabîa Başak Koç, endamên meclîsa dayikên aştiyê û TJA’yê û gelek kes tevli bûn.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û da zanîn ku 31’ê Adarê wê dawiya qeyûman bin û got her tim ji bo aştiyê wê têbikoşin.
 
‘Dema gelê me ye’
 
Nameta Artemîtê Rabîa Başak Koç jî daxuyakirin ku wê ev du deme qeyûm tên dayînkirin û got bêjin DEM dema jin û ciwanan e û biçin ser sindoqan.
 
Abdullah Zeytan jî axaftinek kir û daxuyakirin ku wê di 31’ê Adarê de mazbatayên xwe şûnde bigirin û  bi şev û roj ji gel re xizmetê bikin.
 
Bur bi coşek mezin bi dirûşmeyan hat vekirin û gel   govend gerandin.