Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin

  • 15:11 10 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Piştî eşkerekirina deklarasyona Newrozê li navçeya Bismilê agirê Newrozê hate vêxistin. 
 
Newroza îsal dê li 57 navendan û sedan cihan bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Deklarasyona Newrozê îro li Amedê hate eşkerekirin. Piştî bidawîbûna deklarasyonê,  li gundê Îsapar ê navçeya Bismil a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên ku li dora agirê Newrozê hatin gel hev, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.