Dirûşma Newroza 2024’an diyar bû

  • 10:12 10 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dirûşma Newroza îsal ku starta wê di 15’ê Adarê de li navçeya Depê ya Xarpêtê dê bê dayîn weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat eşkerekirin. 
 
Cejna Newrozê îsal dê 57 jê navend bi giştî bi sedan cihan dê bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê Adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê bê dayîn. Dirûşma Newrozê ya ku dê deklarasyona wê îro li Amedê bê eşkerekirin weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat diyarkirin.