‘DEM Partî wê ji pirgirêkên jinan re bibe çareserî’

  • 09:04 10 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Ber bi hilbijartinên herêmî, jinan daxwazên xwe anîn ziman û diyar dikin ku çareseriya pirgirêkan di DEM Partiyê de ye. Jinan da zanîn ku ji ber DEM Partî bi namzetên xwe dikevin hilbijartinan bi hêvîne û wê biserkevin. 
 
Ber bi hilbijartinên herêmî jin daxwazên xwe tînin ziman. Bi taybet jinên kurd yên li bajarên Tirkiyeyê dijîn, di alî xwegîhandin şaredariyan de zehmetiyan dikşînin. Jinên li Torbali ya Îzmîrê daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber DEM Partiyê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê namzet nîşan dane kêfxweşin. Jinan destnîşan kir ku ew ji şaredariyê xizmetê dixwazin û gotin wê DEM Partî pirsgirêkan çaeser bike.
 
Sakîne Goral destnîşan kir ku divê rêveberiyên herêmî piştgiriyê bidin jinan û qadên îstîhdamê vekin. Sakîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin xwe bigihînin şaredariyan. Lê em nikarin xwe bigihêjinê. Em dixwazin her tim ligel me bin. Ne tenê dema hilbijartinan de her tim ligel me bin. Keça min mamosteye lê sê sale naxebite. Pêşiya ciwanan venakin. Her kes alîgirên xwe dikin kar. Mînak wek AKP’ê. Divê şaredarî ji bo jinan derfetên kar biafirînin. Hemû tiştên li cîhanê tên hilberandin bi saya jinan e. DEM Partî bi namzetên jin dikevin hilbijartinan. Ev gelek erêniye. DEM Partî her tim piştgiriyê dide jinan. Diçe alîkariya jinan. Min ev di partiyek din de nedît.”
 
‘Me di partiyên din de her tim mêr dîtin’
 
Songul Al jî diyar kir ku ew şaredariya ku dixebite dixwazin û divê kreşên ku jin dikarin zarokên xwe lê deynin hebin. Songulê di berdewamiyê de wiha got: “Em xwedî bawerîne ku DEM Partî daxwazên me bîne cih. Ev ji bo me gelek girîng e. Em kêfxweş in. Me di partiyên din de her tim mêr didîtin. Di pergala hevserokatiyê de hebûna jinan serbilindiye. DEM Partî jinan fêm dike. Yekane partiya ku cih dide jinê ye.”
 
Ji bo jinan daxwaza derfetên kar
 
Nuran Yavuz jî got ew kreşên ku jin dikarin zarokên xwê lê deynin dixwazin û wiha nêrîn axwe anî ziman: “Gelek pirsgirêkên jinan hene. Jin li fabrîqeyan rizyan. Jinên ciwan zanîngeh qedandine, lîse qedandine li fabrîqeyan dirizin. Em derfetên kar dixwazin. Bila qursa zimanê dayikê hebe. Bila zarokên me bi rehetî baixivin. Em bi zimanê xwe dikarin xwe îfade bikin. Ji ber DEM Partî bi namzetên xwe dikeve hilbijartinê em kêfxweşin. Em jin çi ji destê me bê em ê bikin. Em dildar dixebitin. Em ê piştgiriyê bidin partiya xwe. Em jin dengê xwe bidin bihistin.”
 
Daxwaza xizmeta bi zimanê dayikê
 
Bedriye Gur jî bi lêv kir ku ew di şaredariyan de bi zimanê dayikê xebatan dixwazin û wiha vegot: “Em bi zimanê kurdî xebatan dixwazin. Em bi îdiane ku ev wê bi DEM Partiyê pêk bê. DEM Partî wê li herêman ji bo pirsgirêkên jinan bibin çareserî. Em bi zimanê xwe xizmetê dixwazin. Jin jiyan azadî.”
 
‘Em ê biserkevin’ 
 
Seher Urtekîn jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku dema diçin şaredariyê dixwazin mirovên ku ji zimanê wan fêm dikin hebin û got li şaredariyan bi gelek zimanî werger heye lê bi kurdî tuneye. Seherê daxuyakirin ku di partiya wan de hevserokatî heye û ji ber vê jî nirxa ku ji bo jinê tê dayîn xwe dide nîşandan. Seherê got ew partiya nirxê didin jinan tercîh dikin û wê biserkevin.