Tecrubeya bi salan wê veguhere pratîkê

  • 09:03 10 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Namzeta hevşaredariya Hênê ya DEM Partiyê Besîle Narîn ku diyar kir ku ya ku ew temem kiriye partî û hevalên wê bûye. Besîle ku 22 sale têkoşînê dimeşîne wiha got: “Ne ji bo xwe ji bo gel ji bo civakê em li vir in. Şaredarî yên gel in.”
 
Xebatên hilbijartinê li navçeya Hênê ya Amedê bi coşek mezin didomin. Di hilbijartinên 2014’an de BDP’ê ji sedî 45 deng girt û şaredarî girt. Lê di 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Di 2019’an de  namzetê AKP’ê hat hilbijartin. Ev 5 sale li navçeyê tu xizmet nayê kirin û di 2024’an de gel pirsgirêka rê û avê dijî. Namzeta hevşaredariya Hênê ya DEM Partiyê Besîne Narîn, li dijî pirsgirêkan û xespkirina îradeyê bû namzet.
 
Besîle kî ye?
 
Besîle ji Paluyê ye. Malbata wê 55 sale li Amedê ye. Zarokatî û ciwaniya wê li Sûrê derbas dibe. Besîle wiha dibêje: “Wan deman mafê jinan yê gotinê tunebû. Tişta me ji dayikên xwe dîtibûn, hespkirin malê bû. Rewşa niha û ya berê cudaye. Me gelek rê daye ber xwe. Di jiyana me hemûyan de li ser sifrê jî cihê jinê tunebû. Niha mafê gotinê ya jinan e. Di her qada jiyanê de jin di eniya pêş de ne. Dema li Sûrê bûm min têkoşîna kurd nas kir. Vedat Aydin hatibû qetilkirin. Pêvajoyek giran bû. Min têkoşîn li wir nas kir. Piştre me bar kir Baglarê. Çend hevalên jin hatin mala me. Gotin tu çi dikî. Kurê min biçûk bû. Gotin ligel me bixebitin. Min jî qebûl kir."
 
‘Partî û hevalên min ez temam kirim’
 
Besîleyê, wiha behsa xwe ya tevlîbûna kar dike: "Em jin bi hezar sal in bar dihildigirin. Ew bar bi têkoşînê sivik dibin. Dema nû çûm partiyê sal 2002 bû. Pêvajoyên zehmet bû. Em zehmetiyan dikşînin. Ewil di komîsyona taxê de xebitîm. Pişte li navçeya Peyasê di baskê jinan de xebitîm. Min rêveberiya partiya siyasî kir. Piştî kongreyan min di Meclîsa Jinan a Navendî de cih girt. Di pêvajoya koperatîfa jinan Baglarê de min xebat meşand. Di salên 2013-2014’an de min serokatiya koperatîfê kir. di 2019-2020’an de min hevserokatiya HDP’a Peyasê kir. Vê tevgerê em gelek pêşxistin. Divê hemû jin di ferqa hêza xwe de bin.”
 
‘Em çûn her derê’
 
Besîleyê der barê namzetiya xwe ya Hênê de jî wiha nirxandin kir: “Nêzî 60 gund û mezrayên navçeyê hene. Em dihatin gundê Hênê digeriyan. Xebatên me hebûn lê li her derê tunebûn. Yanî heta ji destê me hat em çûn her derê. Divê mirov li çavê mirovan binêrin û sohbet bikin. Mirovan pir tişt jiyaye lê di dilê wan de mane. Mirov pirsgirêkan nikarin ji mêran re vebêjin lê bi rehetî dikarin ji jinan re vebêjin. Mirovan guhdar dikin.”
 
Pirsgirêkên Hênê
 
Besîleyê balkişand ser pirsgirêkên Hênê û got: “Pirsgirêkên binsesaziyê hene. Yên rê hene. Hîna pirsgisrêka avê heye. Hîna jin bi bîdonan avê dikşînin. Pisgirêka paqijiya derdorê heye. Ya ceyranê heye. Mirovan li vir amadekariyên zivistanê kiribûn lê mixabin li gelek cihî het amehekê ceyran hatin birîn. Hemû alavên wan çûn çopê. Pirsgirêk zêde ne. Li dijî vê projeyên me hene. Ji bo pirsgirêka ava gundan projeyên me hene. Me bi şaredariya mezin re parve kir. Em ê ewil bi gel re bixebitin. Xebatên me di essa jin û ciwanan de ye. Li vir ciwan nemane. Her kes koçî Ewropayê dike. Sedema vê jî nebûna kar e. Malbat dixwazin em li vir tiştekî bikin. Hedefa me ev e ku em atolyeyek tekstîlê ya 400-600 kesî vekin. Me projeyên vê amade kirin. Hewcedariya jin, ciwan û zarokan bi qadên jiyanê hene. Xebatên wêne, muzîk, spor û ziman wê bê meşandin.”
 
DEM Partî eleqeyek mezin dibîne
 
Besîleyê daxuyakirin ku xebatên hilbijartinên xweş derbas dibin û wiha bi lêv kir: “Em vegerên erênî û xweş digirin. Me civîna gel pêk anîn. Kal û pîr hebûn. Min got xwezî jin jî hebûna. Çend jin hebûn lê min dixwest zede bin. Em bawer dikin ku em ê biserkevin. Hewcedariya Hênê bi guherînê heye. Ev guherîn jî bi jin û ciwanan pêkan e. Em ê bi gel re îmzeyê bavêjin projeyên xweş. Em vê pêvajoyê piştgiriya gelê xwe dixwazin. Ne ji bo xwe, em ji bo gel ji bo civaka xwe li virin.”