Dê bi kevneşopiya 25 salan qeyûman bişînin

  • 09:02 10 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Namzeta hevşaredariyê ya Pirsûsê ya DEM Partiyê Ayten Kaya der barê hilbijartinên 31’ê Adarê de axivî û da zanîn ku qeyûmên hatibûn tayînkirin ewil destkeftiyên jinan hedef girtine û wiha got: “Gel bixwaze çawa xwe bi rêve bibe em ê wê esas bigirin. Em ê yekîneya jinan ava bikin. Em ê xeta tundiyê ava bikin.”
 
Niha di rojeva hemû welat de hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hene û li bajarê Kurdistanê ku 7 sal û nîve bi qeyûman tê bi rêvebirin texrîbatên qeyûman zelalî tên dîtin. Yek ji bajarên ku qeyûm texrîbata mezin lê kiriye navçeya Pirsûs a Rihayê ye.
 
Namzeta Hevşaredariya Pirsûsê ya DEM Partiyê Ayten Kaya ya ku dixwaze Şaredariya Pirsûsê ya 7 sal û nîv e bi qeyûman tê birêvebirin ji qeyûman bigire, derbarê hilbijartinê de ji ajansa me re axivî. 
 
Ayten Kaya kî ye?
 
Ayten ji Pirûsê ye û di 1983’yan de li Dîlokê hatiye dinê. Piştî temenê 18’yî bar kirine Stenbolê. Di 2004’an de tevgera siyasî ya kurd nas kiriye û 20 sale di têkoşînê de ye. Xebatên wê bi xebatên ciwanan destpêkiriye. Ayten piştî 4 sal xebatên ciwanan peywira hevserokatiya BDP’ê ya Şîşliyê û dû re jî hevserokatiya HDP’ê ya Şîşliyê kiriye. Ayten piştî vê di xebatên jinan de cih digire vedigere Dîlokê û hevserokatiya HDP’a Dîlokê dike.
 
‘Ewil destkeftiyên jinan tune kirin’
 
Aytenê balkişand ser polîtîkayên qeyûman û got herî zêde bandor li jinan kiriye û wiha vegot: “Demên borî li Pirsûsê yekîneyek jinan hebû. Lê çawa qeyûm hatin ew girtin. Hewl dan destkeftiyên jinan tune bikin. Li Pirûsê der barê jinan de tiştek nehiştin. Koperatîfa me ya jinan hebû. Lê ew jî girtin. Şertên jiyanê zehmet kirin. 7 sale qeyûm Pirûsê bi rêve dibe. Her der ax e, pirsgirêka binesaziyê nehatiye çareserkirin. Pirsûs herêma sewalkariyê ye. Lê mixabin bi qeyûman re ev hemû tune bûn.”
 
‘Em ê îradeya xwe şûnde bigirin’
 
Aytenê da zanîn ku karê wan zehmete lê wê bi gel re dest bidin hev û texrîbata qeyûman ji holê rabikin û wiha domand: “Hêzek me ya wisa heye em hêza xwe ji gel digirin. Daxwaza gel jî di vî alî de ye. 31’ê Adarê de em ê qeyûm çalî sindoqan bikin û îradeya xwe şûnde bigirin. Ji ber gel ji vê rewşê bi gazince. Ciwan ji rê tên derxistin. Li hember ciwanan polîtîka hene. Em li mala xwe jî nikarin çanda xwe bijîn. Gel hatiye astek wisa. Em hewl didin pêşî li vê bigirin. Em ê mîhrîcanên çand û hûnerê pêk bînin. Em ê atolye û qursan vebikin. Em ê van alternatîfan ava bikin. Em ê daxwazên ciwanan guhdar bikin û bi ciwanan re biryarê bidin.”
 
‘Em ê xeta tundiyê û yekîneya jinan ava bikin’
 
Aytenê da zanîn ku wê bi gel re şaredariyan bi rêve bibin û wiha dirêjî daye: “Gel wê tevli biryarên mekanîzmayan bibin. Gel çawa bixwaze wê wisa xwe bi rêve bibe. Şaredarî ya wan e. Em ê dîwaran hilweşînin û gel wê bi rehetî bikevin şaredariyan. Em ê vê bi taybet bi jinan re bikin. Em ê yekîneya tundiyê ava bikin. Em ê şertên jinan baş bikin. Mînak ji cihê bazarê dixwazin. Tesîsa sporê dixwazin. Qaden mesîseyê dixwazin. Em ê van bikin proje û bikin xizmeta gel.”
 
‘Dipên ku demildest qeyûm biçin’
 
Aytenê da zanîn ku gel wan bi coşek mezin pêşwazî dikin û wiha dawî lê anî: “Em serdanê esnafan dikin. Me bi coşek mezin pêşwazî dikin. Dipên ku qeyûm demildest biçin. Gel xwedî li partiya xwe derdikevin. Ji bo ewlehiya sindoqê dixwazin qeyda xwe bikin.”