Li Îranê 2 jin bi hinceta reqisîne hatin girtin

  • 21:42 9 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê du jinên ku hate gotin li Qada Tecrîşê ya Tehranê reqisîne, bi hinceta “qanûnên civakî binpê kirine” hatine girtin.
 
Piştî ku dîmenê du jinên ciwan li qadeke Tehran a Îranê direqisin belav bû, çapemeniyê herêmî ragihand ku ev jin hatine girtin. Ajansa nûçeyan a Tasnim a Îranê ev agahî parve kir: "Dozgeriya Tehranê bi hinceta ku qanûnên civakî binpê kirine fermana girtina du jinên ku dema li Meydana Tecrîşê reqisîne da."
 
Her du jin cil û bergên sor ê Hacî Fîrûs ê ku li gorî kevneşopiya gelê Îranê li kolanan bi reqsa li ber muzîkê mizgîniya hatina Newrozê dide, li xwe kiribûn.
 
Li gorî qanûna şerîetê ya Îranê jin di nav gel de bireqisin qedexe ye. Lêbelê, di mehên dawî de, gelek jin li cihên giştî yên wekî metroyê direqisin û li ser medyaya dijîtal parve dikin
 
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hatibû qetilkirin û ev yek rê li ber tevgera Jin Jiyan Azadî vekiribû.