Li Îdir û navçeyên wê xebatên hilbijartinê didome

  • 20:21 9 Adar 2024
  • Rojane
ÎDIR - Li Îdir, navçe û bajarokên wê xebatên hilbijartinê berdewam dikin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî de li Kurdistanê xebatên xwe didomîne. Li Îdir, navçe û bajarokên wê xebatên hilbijartinê bi cûr bi cûr berdewam dike. Li navenda Îdirê  ku her roj şahiyên gel tên lidarxistin îro li bajarokê Xoşxeberê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê Emîne Yondem Kartal û Omer Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek ji partiyê xebata derî bi derî meşandin. 
 
Di xebata ku hat kirin de welatiyan eleqeyek mezin nîşanî DEM Partiyê de û gotin ku ew ê xwedî li vîna xwe derbikevin.